Li Belçîkayê roja Çarşemê greva giştî pêk tê

Li Belçîkayê 13'ê Sibatê roja Çarşemê wê greva giştî pêk were. Ji rêyên hesinî heta ajokarên qemyonan grev wê bandorê li sektoran hemûyan bike.

Banga ji bo grev giştî ji aliyê sendîkayên herî mezin ên Belçîkayê ve hate kirin. Grev wê şeva Sêşemê saet 22'an dest pê bike û heta heman saeta roja Çarşemê bidome.

Ji kargehan heta şîrketên taybet û saziyên îdarî grev wê bandorê li sektoran hemûyan bike. Sendîkayên Sosyalîst, Xiristiyan û Lîberal daxuyaniyeke hevpar dan û hişyarî dan ku eger bersiv ji daxwazên wan re neyê dayin wê grevê bidomînin.

Tê payin, ji ber grevê seferên trenan kêm bibe. Li Rêyên Hewayî jî Brûssels Aîrlînesê zêdeyî 200 seferên balafiran betal kir û pêşniyar li 16 hezar rêwiyî kir ku heqê bileta wan li wan vegerîne ya jî sefera xwe taloq bikin. Balafirgeha Charleroî -Bruxelles-Sud wê bi temamî raweste.

Nexweşxane, polîsên herêmî û federal, berhevkarên bermahiyan jî di nav de sektorên din jî wê karê xwe bisekinînin û tevlî grevê bibin. Her wiha xebatkarên bendergehan û ajokarên qemyonan jî ragihandin ku wê tevlî grevê bibin. Tevî vê yekê tê payin ku li ber navendên sûkê Û şîrketan bend bên danîn.

Li Belçîkayê herî dawî Kanûna 2014'an sendîkayan li dijî bernameya aboriyê ya hikumeta lîberal a wê demê, çalakiyeke bi vî rengî kiribûn.

Berpirsyarên sendîkayan, zêdekirina mûçeyan bi rêjeya 8,9 ji sedî kêm dibînin.