Li Torontoyê berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin

Kurdên li Torontoyê tecrîd protesto kirin û berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin.

Kurdên li bajarê Toronto yê Kanadayê daketin qadan û berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin.

Bi sedan kes ji bo piştigiriya bidin çalakiyên greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven dest pê kiriye û di demeke nêz de berbelavî her çar aliyê cîhanê bûyî, çalakiyek pêk anîn. Girse, li qada Yonge&Dundasê (Dundas Square) li hev civiya û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya berxwedêrên greva birçîbûnê dirûşme berz kirin, belavok belav kirin. 

Li gel hewayê sar û şiliyê, Kurdistaniyan bi saetan çalakiya xwe domandin.