ROJANE
Hemû Nûçe
-
HDK: Rabûna li ber tecrîdê rabûna li ber şer e
Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got, "Rabûna li ber tecrîdê rabûna li ber şer e." -
Yildirim: Bêdengî ne ya qebûlkirinê ye
Gulseren Yildirim xwişka Abdullatîf Teymûr ku yek ji girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de ye, xwest ku daxwazên girtiyan tavilê bên qebûlkirin. Yildirim got, her kêliya bi bêdengî derbas dibe tê wateya kuştina mirovan. -
Bayik: DYE piştgiriyê dide qirkirina Kurdan a bi destê Tirkiyeyê
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, di şerê dijî çeteyên DAÎŞ'ê de Kurdan barê herî giran dan ser milê xwe û got, biryara vekişînê ya DYE'yê piştgiriya ji bo qirkirina Kurdan e bi destê Tirkiyeyê. -
Meşa dirêj a li Bremenê bi daxuyaniyekê bi dawî bû
Kurdistaniyên li herêma Oldenbûrg-Bremenê, bi meşeke dirêj a ji 2 rojan, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. -
Meşa dirêj a li Berlînê roja destpêkê li pey xwe hişt
Meşa Dirêj a li paytexta Elmanya Berlînê ku her sal ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê pêk tê, tevî hewldanên polîsan ên ji bo astengkirinê jî roja yekemîn li pey xwe hişt. -
Li Viyanayê çalakiya ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ji bo xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê çalakiyek hate lidarxistin. -
Ciwan ji meşa Mannheîm-Strasboûrgê re amade ne
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî meşeke dirêj ber bi Stasboûrgê dest pê dike. Ciwan beriya meşê li NCDK'ê li hev civiyan. Çalakî wê îro danê sibehê dest pê bike. -
ROJEVA 10'Ê SIBATÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Sibata 2019'an. -
Li Grazê çalakiya ji bo piştevaniya grevên birçîbûnê
Ji bo işaret bi grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan bê kirin, li bajarê Grazê yê Awûstûryayê çalakiyek hate lidarxistin. -
Temellî: Li dijî tecrîdê em dengê xwe bilindtir bikin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di mîtînga Mêrsînê de axivî û got ku, “Divê em li dijî tecrîdê dengê xwe bilindtir bikin û têkoşînê geştir bikin.” -
Li Mêrsînê li dijî tecrîdê gel daketin qada mîtîngê
Li Mêrsînê gel, qada mîtîngê ya HDP’ê ya li dijî tecrîda Îmraliyê tije dike. -
Dest danîn ser pasaporta boksorê Kurd Ozen!
Boksorê Kurd Îsmaîl Ozen ê ku li Elmanyayê dijî, bi hinceta ku ‘li Tirkiyeyê biryara girtinê li ser wî heye’, Konsolosxaneya Tirk dest danî ser pasaporta wî. -
TKP/ML: Em xwedî li daxwaza Guven derdikevin, di greva birçîbûnê de ne
Girtiyên TKP/ML ragihand, ji bo Leyla Guven ev cara duyan e ku dest bi greva birçîbûnê dike. Girtiyan gotin bi greva birçîbûnê ya dorveger a her carê heftiyekê, xwedî li daxwazên Guven derdikevin. -
Emeç ê girtiyê di grevê de: Heta Ocalan azad bibe…
Yek ji girtiyê di greva birçîbûnê de Erdal Emeç got: “Heta Rêbertî azad nebe, heta tecrîda li ser bidawî nebe, em dawî li çalakiyên xwe naînin.” -
Çelîk: Ji bo wan ceza be, ji bo min rûmet e
Parlementerê berê yê HDP’ê Demîr Çelîk anî ziman ku biryara di derbarê wî de hatî girtin, ji bo wî ji têkoşînê dûrxistinê ye û got: “Ev ceza dibe aliyekê wê dijmin kêfxweş bike, em jî vî cezayî ji bo xwe rûmet dibînin.” -
Endamê MPKE'yê sedemên bêdengiya li ser tecrîdê vegot
Parlamenterê Elman Andrej û her wiha endamê MPKE'yê Andrej Hunko got Ewropa niha di nav gelek krîzan de ye û domand, ''Ditirsin ku bi Enqerê re hin rageşiyên din bijîn, ji ber gelek faktorên navxwe û derve tecrîda li Imraliyê li paş hiştine. -
ROJEVA 9'Ê SIBATÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Sibata 2019'an. -
Rêveberê HDP’yî ji ber parvekirinên tevna civakî hate girtin
Rêveberê HDP’ê yê navçeya Antalya Kepezê Basrî Kartal ji ber parvekirinên li ser tevna civakî hate girtin. -
Serlêdana malbatan a çûyîna Îmralî hate redkirin
Duh malbata Ocalan û 3 girtiyên din ji bo çûyîna Îmralî serlêdan kiribûn. Serlêdana malbatan dîsan hate red kirin. -
Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê: Divê demildest tecrîd bidawî bibe
Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê diyar kir ku çalakî her diçin belav dibin, banga çareseriya demokratîk li Tirkiyeyê kir û got; “Divê dawî li tecrîdê were”. -
Piştgiriya ji bo Leyla Guven li Swêdê mezin dibe
Serokê Partiya Çep ê Bajarê Gavleyê Tord Fredrîksen, ji bo rakirina tecrîdê û piştgiriya ji çalakgerên greva birçîbûnê re peyamek bi dîmen weşand. -
Kurdistanî ji Hude heta Bremenê li dijî tecrîdê dimeşin
Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bajarê Hude heta Bremenê meşeke dirêj dest pê kir. -
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê rapora 'Îmraliyê' weşand
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, binpêkirina mafên mirovan û bêhiqûqiya ku sala 2018'an li Girtîgeha Îmraliyê hatin kirin, kir rapor û weşand. -
Ocalan rastiya Kurd vedibêje..
Dema mirov di çarçoveya heqîqetê de binirxîne, PKK’ê hebûna Kurd a li ber tesfiyeyê, ne bi tenê îspat kir, bi giranî wê heyî jî kir. -
Meşa dirêj a li Dûîsbûrgê di roja 2. de ye
Meşa dirêj a li Dûîsbûrgê ku li dijî tecrîdkirina Ocalan pêk tê di roja duyemîn de ye.