Li girtîgehên Egeyê mafên mirovan her roj tên binpêkirin

Şaxê ÎHD'ê yê Îzmîrê ragihand ku li girtîgehên li Herêma Egeyê di nava salekê de 332 caran mafên mirovan hatine binpêkirin.

Rêveberên ÎHD'ê yên Şaxê Îzmîrê, rapora li ser binpêkirina mafên mirovan ên sala 2018'an li girtîgehên Herêma Egeyê bi civîneke çapemeniyê eşkere kirin.

Berdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Şaxê Îzmîrê Nehîr Bîlece rapor xwend û diyar kir, rapor li ser girtîgehên Tîpa F a Kiriklar a Bûcayê, Tîpa T a Şakranê û ya Jinan, Tîpa T a Odemîşê, Tîpa T a Manîsayê, Tîpa T a Akhîsarê, Tîpa T a Menemenê, Tîpa R a Menemenê, Tîpa T a Denîzliyê, Tîpa D a Denîzliyê, Tîpa E ya Aydinê, Tîpa M a Alaşehîr a Manîsayê, Tîpa L a Kepsûtê û Tîpa T a Bûrhaniyeyê ye.

'HEJMARA GIRTIYAN BI 4 QATÎ ZÊDE BÛ'

Bîlece diyar kir, li gorî daneyên Wezareta Edaletê heta 15'ê Gulana 2018'an hejmara girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê bi giştî 246 hezar 416 ne û got, ji sala 2002'an û vir ve hejmara girtiyan bi 4 qatî zêde bûye.

Bîlece ragihand, hejmara zarokên li girtîgehan di nava 16 salan de bi rêjeya 51 ji sedî zêde bûye û bûye 3 hezar 85. Hate gotin, hejmara girtiyên jin jî heta 15'ê Gulana 2018'an bûye 10 hezar û 19 û bi rêjeya 375 ji sedî zêde bûye.

'TECRÎD LI HER DERÊ HEYE'

Bîlece anî ziman, sala 2018'an li girtîgehan zext û kiryarên li dijî rûmeta mirovahiyê hatin bikaranîn û diyar kir, tecrîd li her qadê hate ferzkirin. Bîlece got, "Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo balê bikişîne ser tecrîdê 8'ê Mijdara 2018'an dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Girîng e tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe, dawî li kiryarên xerab û êşkenceyê bê anîn."

'NAYÊN DERMANKIRIN'

Bîlece da xuyakirin, ku girtî ji mafê tedawîkirinê bêpar tên hiştin û got, "Bi taybetî di tedawîkirina girtiyên nexweş de pirsgirêk hene. Saziya Tipa Edlî bi biryarên xwe yên alîgirî û dûrî ji zanistiyê, bawerî bi xwe nehiştiye. Em dixwazin, raporên nexweşxaneyên din bên qebûlkirin."

Bîlece diyar kir, ji bilî hevdîtinên parêzeran, bi serlêdanên li ÎHD Şaxê Îzmîrê hatine kirin, her wiha bi nameyên girtiyan eşkere bû ku sala 2018'an 332 caran mafên mrovan hatine binpêkirin.