Greva li Viyanayê di rojeva çapemeniya Ewûstûryayê de ye

Li paytexta Ewûstûrya Viyanayê Şivan Agaoglû û Sûltan Yîgît ev 10 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ne. Çapemeniya Ewûstûryayê jî ciheke berfireh da çalakiya Sûltan û Yîgît.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Kurdistanî Şivan Agaoglû û Sûltan Yîgît ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Viyanayê di roja 10’an de didome.

Ji rojnameyên Ewûstûryayê “Osterrîch” di hejmara îro de qala berxwedana Agaoglû û Yîgît a li dijî tecrîdê kir. Nûçe bi sernavê “Du ciwanên Kurd di rojiya mirinê de ne” hate dayîn û hate gotin ku li tevayî cîhanê 320 Kurd ji ber bûyerên li Tirkiyeyê ketine rojiya mirinê de.

Rojnameyê bi bîr xist ku herdu çalakgerên Kurd beriya niha li girtîgehên Tirkiyeyê mabûn û ev peyama Agaoglû û Yîgît parve kir; “Bi salan e Rêberê me Abdullah Ocalan dibin tecrîdeke giran de ye û êdî em dixwazin azad bibe. Li aliyê din em daxwaz dikin ku hewldanên komkujiyê yên dewleta Tirk ên li Rojava û binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê bi dawî bibin.”

Rojnameyê diyar kir ku dayika Şivan Agaoglû ya 62 salî niha di girtîgehê de ye û ev banga çalakgeran belav kir; “Heta ku daxwazên me pêk neyên çalakiya me wê bidome. Eger daxwazên me pêk neyên em amadene bimirin.”