Mayer: Divê em zarokên DAÎŞ'iyan bînin Elmanyayê

Hikumeta Elman a Federal, li pêşberî DAÎŞ'iyên welatiyên Elman ên bi saxî ketine destê YPG'ê nizane bê wê çi bike. Şêwirmendê Wezîrê Karên Hundir Stephan Mayer got, divê tenê zarokên DAÎŞ'iyan bînin Elmanyayê.

Di operasyonên yekîneyên taybet ên YPG'ê de zêdeyî 2700 DAÎŞ'î hatine girtin û niha li girtîgehên li Rojavyaê Kurdistanê ne. 800 ji van welatiyên 46 welatên cuda ne ku piraniya wan welatên rojavayî ne. Rêveberiya Rojava ev demeke bang bi taybetî bang li DYE, Fransa û Elmanyayê dike ku bikevin dewrê û bi erkê darizandina DAÎŞ'iyên biyanî rabin.

Rêveberiya Parîsê berî çend rojan xwe tev da ku welatiyên xwe yên li nava DAÎŞ'ê bûn bîne Fransayê û darizîne. Ji Hikumeta Elman a Federal hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin. Nayê zanîn bê Elmanya ji bo zêdeyî sed welatiyên xwe yên di destê YPG'ê de ne û piraniya wan jin û zarok e çi bike.

Di destê YPG'ê de herî kêm 15 DAÎŞ'iyên ku hêzên ewlekariyê yên Elman li wan digerin hene. Tevî vê yekê jî rêveberiya Berlînê bi rêveberiya Rojava re neketiye nava hewldanan. Li ser mijarê, rayedarekî hikumeta Merkel bi rêya çapemeniyê daxuyaniyeke nû da.

'YÊN LI IRAQ Û TIRKIYEYÊ DIKARIN VEGERIN ELMANYAYÊ'

Musteşarê Wezîrê Karên Hundir Stephan Mayer ji rojnameya Bîldê re axivî û diyar kir, welatiyên Elman ên li Iraq û Tirkiyeyê dikarin vegerin Elmanyayê, lê belê ev rewş ji bo yên li Sûriyeyê derbas nabe. Mayer got, tenê zarokên ji dayikên Elman ên endamên DAÎŞ'ê dikarin bînin Elmanyayê.

Mayer diyar kir, ji ber şertên li Sûriyeyê, welatiyên Elman ên di destê YPG'ê de ne nikarin ji mafê konsolosxaneyê sûdê werbigirin û îdîa kir ku ji bo zarokên wan mîna malbatên xwe 'radîkal nebin' divê ji aliyê dewletê ve werin mezinkirin. Rayedarê hikumetê anî ziman, zarokên ku dayik û bavê wan Elman bin ên li Sûriyeyê ji dayik bûne, yekser dibin welatiyên Elman û got, "Divê eleqeyeke taybet ji van zarokan re bê nîşandan. Ev wezîfe dikeve ser milê daîreyên ciwanan."

Hêzên YPG'ê hefteya derbasbûyî di operasyona Dêra Zorê de welatiyekî din ê Elman bi saxî girtibûn. Martîn Lemke ku yek ji şefên çeteyên DAÎŞ'ê ye, li koma êşkence û îstîxbaratê ya DAÎŞ'ê wezîfedar bû. Tê gotin, ku di bin berpirsyariya Lemke de gelek kes li girtîgehên DAÎŞ'ê hatine kuştin.

LI SER DAÎŞ'IYAN 5 WELAT BI YPG'Ê RE DIXEBITIN

Heta niha Endonezya, Rûsya, Fas û Sûdanê, welatiyên xwe yên di nava DAÎŞ'ê de bûn û ji aliyê YPG'ê ve hatin girtin, bi fermî ji rêveberiya Rojava xwestibûn. Herî dawî di çapemeniyê de hatibû weşandin ku 130 endamên DAÎŞ'ê yên welatiyên Fransî yên li Rojava girtî ne, wê bi balafirên bibin Fransayê û li wir bên darizandin.