Di kongreyên NCDK'ê de grevên birçîbûnê hatin silavkirin

Li gelek bajarên Ewropayê kongreyên NCDK'ê pêk hatin û berxwedêrên grevên birçîbûnê hatin silavkirin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê kongreya xwe ya 7. pêk anî. Tevî bi sedan delegeyî, nûnerên PYD, CÎK û FEDA'yê jî tevlî kongreyê bûn. Hevserokê FED-MED'ê Engîn Sever li kongreyê axivî û diyar kir, divê piştgiriyeke xurt ji berxwedana bi pêşengiya Leyla Guven li dijî tecrîdê dest pê kiriye were dayin. Mûstafa Tûzak ê ku 29 roj in li salona NCDK'ê ya Dûîsbûrgê di greva birçîbûnê de ye, li kongreyê axivî û got, berdêla xwe çi dibe bila bibe wê berxwedanê bidomîne û bi ser bixîne. Di dawiya kongreyê de meclîsa nû hate hilbijartin ku 11 jê jin, 7 jê ciwan ji 57 kesan pêk tê. Her wiha hevserok hatin hilbijartin.

WÛPPERTAL

Meclîsa Jinan a Viyan a Wûppertalê jî civîna xwe ya navberê pêk anî. Parlamentera berê ya HDP'ê Besîme Gonca tevlî civînê bû. Beşdaran bal kişandin ser girîngiya xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana grevên birçîbûnê.

VÎLLENEÛVE ST GEORGES

Herêma Vîlleneûve St Georges (94) ku banliyoya Parîsê ye, bi beşdariya zêdeyî 200 delegeyî kongreya xwe ya 6'an pêk anî. Di kongreyê de grevên birçîbûnê hatin bibîrxistin û hate gotin, ev berxwedan di meşa azadiyê ya gelê Kurd de beşeke girîng e. Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman diyar kir, bi tecrîdkirina Ocalan re hewl tê dayin ku têkoşîna gel bê şikandin û got, "Ji bo şikandina tecrîdê berxwedanekê dest pê kiriye. Gelê me wê bi ser bikeve." Di dawiya kongreyê de meclîsa nû ya ji 32 kesan û hevserokên nû hatin hilbijartin.

SKÅNE

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Herêma Skåne ya Swêdê ku ji bajarên başûr ên Swêdê pêk tê, kongreya xwe ya 1. pêk anî û diyarî Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê kir. Tevî gelek Kurdistaniyan, Seroka Partiya Çep a Helsîngborgê Claûdîa Velasqûes, endama Desteya Rêveberiya Bajêr a Partiya Çep Rebecca Thell, ji Komîteya Rojava Natalîa û Lînûs jî tevlî kongreyê bûn. Velasqûes li kongreyê axivî û diyar kir, Partiya Çep dixwaze PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' were derxistin û got, "Divê tecrîd bi dawî bibe û Ocalan serbest bibe." Di dawiya kongreyê de Amara Mardîn û Ferman Amed ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.

GÄVLE

NCDK  a bajarê Gävleborgê yê Swêdê kongreya xwe ya 10. pêk anî. Hevserokên NCDK'ê Mûazzez Batte û Mîrza Behram di destpêka kongreyê de axivîn û bal kişandin ser girîngiya xurtkirina têkoşîna li dijî tecrîdê. Ji parêzerên Ocalan Cunyet Caniş jî li kongreyê axivî, berxwedana Leyla Guven silav kir û ji bo rakirina tecrîdê bang kir. Di dawiya kongreyê de rêveberiya nû ya ji 30 endamî hatin hilbijartin û Makbûle Çolak û Enwer Engîn bûn hevserokên nû.

VÄSTERÅS

Kongreya 3. a Västeråsê bi beşdariya 124 delegeyên ji herêmên Avesta, Hedemora, Sala û Eskîlstûnayê pêk hat. Rêveberên Partiya Karker a Demokrat û Partiya Çep li kongreyê axivîn û diyar kirin ku ew piştgiriyê didin berxwedana Kurdan a li dijî tecrîdê. Di dawiyê de rêveberiya ji 35 kesan hate hilbijartin û Hulya Nûsaybîn û Ferhat Rojhilat bûn hevserokên nû.