Li Payîzavayê buroya HDP’ê bi coş hate vekirin

Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Wanê bi çarçoveya xebatên hilbijartinê de, bi girseyî buroya hilbijartinê vekir.

Hevserokê bajêr ê HDP’ê yê Wanê Umît Dede, Hevserokê şaredariya bajarê mezin a Wanê Mûstafa Avci, namzetên hevşaredariya Payîzavayê Rojbîn Akdag û Kemal Guler,  namzetên hevşaredariya Westanê Veysî Şeker û Melek Arapoglû li Payîzavayê tevlî vekirina buroya hilbijartinê bûn.

Hevserokê bajêr ê HDP’ê yê Wanê Umît Dede li Stenbolê astengkirina parlementerên HDP’ê şermezar kir. Dede nerazîbûn nîşanî gotinên Walîtiya Wanê jî da û got ku,”Walî wekî serokên bajêr ên AKP’ê tevdigerin. Divê walî vî tiştî ji bîr nekin, em îradeya vî gelî ne. Em li hemberî van gefan çok danaynin.”

Hevserokê şaredariya bajarê mezin a Wanê Mûstafa Avci jî got ku “Kaymakam li navçeyan gazî muxtaran dike û gefê li wan dixwe û diyar dike ku  ew ê alîkariyê nede wan. Ev gel ne mecbûrî alîkariya we ye. Ji dêvila ku em ê bêrûmet bijîn, em ê ji birçînan bimirin.”