ROJEVA 11'Ê SIBATÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Sibata 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Komîteya Rêveber a PKK'ê bang li her kesên antî faşîst û demokratan kir ku li ber sîstema tecrîdê û êşkenceya li Îmraliyê rabin, çalakiyan li dar bixin û diyar kir, aştî û demokrasî bi vî rengî dikarin pêk were.

- Parlamenterên HDP'ê Hezer û Aydogan ên tevlî meşa dirêj a Basel-Strasboûrgê bûne, xwedî li berxwedana greva birçîbûnê derketin û ji bo mezinkirina berxwedanê bang kirin.

Gerîlayê PKK'ê Cemal Amed got, yên ku dibêjin ew li dijî faşîzmê ne lê li pêşberî tecrîda li Îmraliyê bêdeng in, di nava rewşeke nehevgirtî û xapînok de ne.

- Gerîlayê HPG'ê Rûgeş Azad li ser salvegera komplooya navneteweyî axivî û anî ziman, komploya ku hewl tê dayin ji nû ve bi cih were anîn, wê bi berxwedanê pêşî lê bigirin.

- Ji fermandarên gerîla şehîd Delal Amed, di nirxandineke xwe ya beriya şehadetê de li ser komploya navneteweyî gotibû, "Li dijî komployê divê biryara têkoşînê xurt be."