Meşa dirêj a li Swêdê di roja duyemîn de ye

Meşa dirêj a ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ku li paytexta Swêd Stockholmê dest pê kir di roja duyemîn de ye.

Meşa dirêj ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û tecrîdkirina Ocalan tê lidarxistin. Kurdistanî bi dostên xwe re bi dirûşma "Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin" saet 11'an li Rålambshov Parkê li hev civiyan û dest bi beşa duyemîn a meşê kirin.

Çalakger bi pankarta ji wêneyên Ocalan, Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê dimeşin, stranên bi Kurdî dibêjin û bi qîrîna dirûşman dewleta Tirk şermezar dikin.

Her wiha li ser tecrîdkirina Ocalan û komployê axaftin tên kirin û agahî tên dayin.

ASÛRÎ-SURYANIYAN LI DIJÎ TECRÎDÊ BANG KIRIN

Asûrî û Suryanî jî tevlî çalakiyê bûne. Ji Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê Yaşar Kuçukaslan ji ANF'ê re axivî û diyar kir, tecrîd polîtîkaya şer a dewleta Tirk e û ne tenê li dijî gelê Kurd e, her wiha li dijî gelên bindest hemûyan e.

Kuçukaslan bang li gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî kir ku tevlî çalakiyên li dijî tecrîdê bibe û têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP'ê geş bikin.

Meşvan wê li kolanên herî qelebalix ên Stockholmê bimeşin û saet 17'an li meydana Norrmalmstorgê mîtîngekê li dar bixin.