Platforma Şopandina Greva Birçîbûnê: Demildest bikevin nava tevgerê

Platforma Şopandina Greva Birçîbûnê rapora xwe ya têkildarî grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê eşkere kir. Platformê demildest banga ketina tevgerê kir.

Platforma Şopandina Greva Birçîbûnê ku pêkhateyên nûnerên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) ya Amedê, Odeya Tabîban a Amedê, Baroya Amedê û Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP) pêk tê, bi armanca balê bikişînin ser rewşa tenduristiya çalakgerên greva birçîbûnê yen li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiyê kirine rapora ku amade kirine eşkere kirin. Platformê rapor li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê  eşkere kirin. Pêkhateyên Platformê bal kişandin li ser xeteriya tenduristiya çalakgeran û xwest rayedarên dewletê û raya navneteweyî bi lez gavan bavêjin.

‘DAXWAZ REWA NE; DIVÊ PÊK WERIN’

Beriya Raporê aşkere bikin Parêzer Gulan Çagin Kaleli, diyar kir ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe 96 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye û tenduristiya wê her ku diçe dikeve rewşek xerab. Kalelî xwest demek berî demekê daxwazên Guven pêk bên. Kalelî, destnîşan kir ku bi heman armancê ji bo bala her kesî bikişînin ser tecrîdê li girtîgehan jî bi sedan girtî ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û wiha got: "Daxwazên Guven rewa û mafdar in. Desthilatdariya siyasî divê van daxwazan li ber çavan bigire û pêk bîne. Lê heta niha rayedarên dewletê tu gavên erênî neavêtine. Em dixwazin demek berî demekê daxwazên girtiyan pêk bên. Rewşa Leyla Guven û girtiyên di koma ewil de her ku diçe krîtîk dibe. Her kes dizane ger ku mirov demek dirêj bedena xwe birçî bihêle di tenduristiyê de texrîbatên mezin çêdibin.

Ger ku daxwazên wan pêk neyên dibe ku çalakger jiyana xwe ji dest bidin. Piştî çalakiya grevê dirêj bû girtiyan kîloyên zêde kêmkirin. Bêhalî bê teqetî zêde bûye. Êdi bihîstina guh û dîtina çavê girtiyan xera bûye. Mahdê wan dixele û xewa wan xera bûye. Di vexwarina avê de zahmetiyê dijîn. Dibe ku êdî piştî ava şêrîn û şor vexwin verişin. Ger ku tiştek bi girtiyan bê berpirsiyarê vê yekê dewlet e. Ji ber ku dewlet berpirsiyarê tenduristiya girtiyan e. Ji ber vê yekê dewlet neçar e hem daxwazên girtiyan ên siyasî û hem jî pêdiviyên wan ên biyolojîk pêk bîne. Divê girtiyên di çalakiyê de her roj rayedar rojê 5 îskanên avê yên mezin, 2 kevçiyê çayê xwê, 5 kevçiyê xwarinê şekir, kevçiyek karbonat û 500 mg vîtamîna B1 bide wan. Ger ku vîtamîna B1 tune be jî divê kompleksa Vîtamîna B bidin girtiyan. Ger ku vê yekê pêk nîne di tenduristiya girtiyan de wê xizarên mezin ku neyên çareserkirin ava bibe. Divê teqez pêdiviya xwê, şekir, Vîtamîna B1 û girtiyên nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin jî refakatvanan bidin wan."

BANGA HESTIYARIYÊ

Kalelî bang li Wezareta Dadê û rayedarên hikûmetê kir û xwest beriya ku bedena girtiyan zerar bibîne û girtî jiyana xwe ji dest bidin bi lez têkeve nava tevgerê û wiha bi dawî kir: "Ji bo vê yekê divê bi lez tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe. Li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tecrîda giran heye û binpêkirina mafan berdewam dike. Li gel hemû giliyan hêj tecridkirina li ser Ocalan didome. Ji bo kes li girtîgehê jiyana xwe ji dest nede, divê bi rêyê aştiyê û diyalogê ev pirsgirêk çareser bibe. Divê rayedarên hikûmetê bi lez gavan biavêjin. Divê pirsgirêk, li gorî maf û azadiya bingehin bê çareserkirin. Ji bo vê yekê jî divê Wezareta Dadê, saziyên mafên mirovan yên neteweyî û navneteweyî hestiyar tevbigerin.

‘TENDURISTIYA LEYLA GUVEN ME DIXE NAVA METIRSIYÊ'

Hevserokê Odeya Tabîban a Amedê Mehmet Şerif Demîr jî rapora der barê tenduristî û rewşa girtiyên ketine grevê parve kir. Demîr, anî ziman ku tenduristiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven wan dixe nava fikaran û wiha got: "Dema Guven di girtîgehê de bû daxwaza ku heyetek bijîşkan a serbixwe biçe girtîgehê lêkolîn bike, nehat qebûlkirin. Piştî Guven hat berdan heyetek hekîman hat avakirin û çavdêriya tenduristiya Guven kir. Hekîman di çavdêriya tenduristiya Guven de diyar kirin ku rewşa wê xerabtir dibe. Leyla Guven êdî bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe pêk bîne. Bi zahmetî tev digere. Bêteqetî û betilandin pir zêde bûye. Êdî bi zorê avê vedixwe. Dîsa li gorî Danezana Malta ya Yekîtiya Tabîbên Cîhanê 'Helwesta hekîm ya ji bo greva birçîbûnê' divê Vîtamîna B1 bidin girtiyan. Her çend hin maddeyên pediviyên girtiyan bidin jî mînarelên esasî nadin girtiyan. Bi ber mînarelên esasî nadin girtiyan gelek girtiyan zêde kîlo kêm kirine. Ji ber bi rêk û pêk pêdiviyên girtiyan nadin wan di gelek girtiyan de êşa mahd û zik dest pê kiriye. Girtî ji ronahiyê û dengê zêde bêzar dibin. Di hefteyek dawî de ev yek zêde bûye."

'LI GIRTÎGEHAN BINPÊKIRIN ZÊDE YE'

Demîr, bal kişand ser binpekirina mafên girtiyan ên li girtîgehan û wiha berdewam kir:

“* 3 girtiyên jin ên li Girtîgeha tîpa E ya Amedê di 16'ê Kanûnê de dest bi grevê kirine, cezayê dîsîplînê li wan hatiye birrîn. Di roja 58'an de çalakiya xwe berdewam dikin, lê hêj karbonat nedane wan.

* Li Girtîgeha tîpa D a Amedê 5 girtî di 16'ê Kanûnê de ketin greva birçîbûnê. Girtiyan piştî dest bi çalakiyê kir cezayê dîsîplînê li wan hate birrîn. Hemû girtiyên çalakger xistin odeyekê û refaqetvanê wan tune ye. Kontrola tenduristiyê nakin. Di pidûyên hin girtiyan de birîn çêbûne. Kîlo kêm kirine û tansiyona wan dadikeve. Di navbera 8 û 11,5 kiloyan de zeîf bûne.

* Li Girtîgeha Tîpa T 1 a Amedê 5 girtî di 26'ê Kanûna 2018'an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine. Şopandina kontrola tenduristiya wan bi rêk û pêk nayê kirin. Ji ber hikûm xwarine bi wan re hevdîtin nayê kirin. Ji ber vê yekê bi girtiyên li odeya wan re hevdîtin pêk anîne.

* Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 û 2 yên Rihayê di 5'ê Çile de 6 girtiyan dest bi grevê kirine. Li Girtîgeha Tîpa T 1, di 6'ê Çile de 5 girtiyan dest bi çalakiyê kirine. Vîtamîna B1 natin girtiyan. Hekîmên kontrol dikin tên guhertin û eleqe nîşan nadin."

*Li Girtîgeha Tîpa Hêjmar 1 û 2 yên Ewlehiya Bilind kom bi kom 12 girtî ketine grevê.

* Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 1 a Xarpêtê di 16'ê kanûnê de 3, di 5'ê Çile de 3 li Hêjmar 1'ê bi giştî 6 girtî ketine grevê. Cezayê dîsîplînê li girtiyan hatiye birrîn.

* Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 2 jî di 26'ê Kanûnê de 3 girtî ketine grevê. Berê jî di 16'e Kanûna 2018'an de li navçeya Panosê di nava 5 girtiyên ketibûn grevê yek jî anîn Xerpêtê. Girtiyên ketine grevê hin ji wan di odeyan de û hin ji wan di hucreyan de tên girtin. Ahmet Tekîn ê di 26'ê Kanûnê de dest bi grevê kir, heta 05.02.2019'an di hucteya yek kesî de hat girtin. Di 05.02. 2019'an de piştî Mahsûm Ceylan dest bi grevê kirin ew xistine yek odeyê. Di 04.02.2019'an de piştî Reşît Teymûr dest bi grevê kir ew avêtin yek hucreyê. Girtiyên ketin grevê dayîna şekir, xwê û vîtamîna B bê kontrol dan wan. Pişti roja 20'an Vîtamîna B1 dan wan. Girtiyên ketin grevê di nava 10 û 12,5 kiloyan zeîf bûne.

* Li Girtîgehatîpa E ya Meletiyê vîtamîn nadin girtiyan. Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê jî bi giştî 6 girtî di demên cuda de ketine grevê. Girtiyên ketine grevê kîlo kêm kirine û tansiyona wan dikeve."