Înîsîyatîfa Gel a Amedê: Divê her der bibe qada berxwedanê

Înîsîyatîfa Gel a Amedê ji ber salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek weşand. Di peyamê de hate diyarkirin ku divê her der bibe qada berxwedanê.

Înîsîyatîfa Gel a Amedê ji ber salvegera komploya navneteweyî ya di 15’ê Sibatra 1999’an de ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek weşand. Di peyamê de hate diyarkirin ku divê her der bibe qada berxwedanê.

Di peyama Înîsîyatîfa Gel a Amedê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Tevgera Azadiyê û gel, em ketine meha Sibatê. Komploya navneteweyî ya di şexsê Rêber Apo de li ser gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn hatiye ferzkirin û têkoşîna li dijî komployê dikeve sala 21’ê. Rêber Apo 15’ê Sibatê ‘Roja Qirkirina Kurdan’ îlan kiribû. Gelê me 20 sal in, 15’ê Sibatê wekî rojeke reş lanet dike û li dijî komployê li ber xwe dide. Em şehîdên qehreman ên ku li dora Rêber Apo bûn xeleqeke ji agir, bi hurmet bi bîr tînin.

Di şexsê Leyla Guven de em hemû çalakgerên greva birçîbûnê silav dikin ên ku li dijî komploya navneteweyî bi şîara ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ dest bi têkoşînê kirine.

Li çiya, zindan, her çar parçeyên Kurdistanê û li her dera cîhanê gelê Kurd li ber xwe dide û diyar dike ku ew ê êdî tehamûlî 15’ê Sibatê nekin. Li ser vî esasî divê her kes, her derê bikin qada berxwedanê û em ji dost û dijminan re bidin xuyanî ku, sebra me nemaye. Divê em bloka faşîst a AKP û MHP’ê hilweşînin.”