Meşa dirêj a enternasyonalîstan dest pê kir

Baskê Luksembûrgê yê meşên ber bi Strasboûrgê ve tên kirin dest pê kir. Meşvan wê 5 rojan bi 200 kîlometreyî bimeşin.

Ji Elmanya, Fransa, Emerîka Başûr, Îtalya, Portekîz, Belçîka û Hollandayê nêzî sed enternasyonalîst tevlî meşê bûne. Girseya gel wê 5 rojan bi 200 kîlometreyî bimeşe. Rojane wê hewl bidin 40 kîlometreyî bimeşin û bi şev bêhnê vedin.

Girseya gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilda û bi gelek zimanî dirûşmên "Azadî ji Ocalan re", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî Leyla" qîriya. Meşvanan her wiha pankarta ji wêneyên Ocalan, Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê vekirin.

Girseya Gel li ber Dîwana Edaletê ya Ewropayê li hev civiya û bi navê Însiyatîfa "Azadî ji Ocalan re" ya Strasboûrgê û berxwedêrên greva birçîbûnê belavokek bi sernavê "Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin û Rêber Apo azad bikin" hate xwendin.

'EM Ê TECRÎDÊ JI HOLÊ RAKIN'

Di belavokê de endamên Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re ya li Strasboûrgê ketine greva birçîbûnê, meşvan hatin silavkirin û hate gotin, "Ji aliyê fîzîkî ve em bi we re nebin jî, dilê me yê bi ruhê berxwedanê bi we re lê dide."

Di belavokê de hate gotin, "Hêzên komploger ên navneteweyî dema ku 20 sal berê xwestin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin, Rêber Apo weke astengiya herî mezin li hemberî xwe dîtin. Ji bo beralîkirina Rêbertî komplo kirin. Rêber Apo paradîgmaya azadiya nasnameyên civakî, bagerî û gelên li Rojhilata Navîn hemûyan temsîl dike. Lewma komplo di heman demê de li dijî mûxalîf, hêzên demokratîk û azadîparêz ên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn hatiye kirin."

Di dewama belavokê de hate ragihandin, bi komploya navneteweyî re hate xwestin, ne tenê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd her wiha lêgerîna azadiyê ya gelan û şoreşa jinê were tasfiyekirin û hate gotin, "Bi armanca şermezarkirina komployê, îsal ji 3 baskan ve ciwan, şoreşgerên enternasyonal, rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend û nûnerên saziyên baweriyan meşa dirêj pêk tînin. Ev jî nîşand ide ku komploya navneteweyî di pratîkê de têk çûye."

Di belavokê de hate destnîşankirin ku meşa dirêj beşek ji berxwedana grevên birçîbûnê ye û hate gotin, "Ji tevahiya cîhanê re em dibêjin; Em ê tecrîdê parçe parçe bikin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin. Ev meş dewama meşa bê navbera a 40 salan e. Meşa azadiya gelan e."

Girseya gel piştî daxuyaniyê bi qîrîna dirûşman dest bi meşê kir.