Parlementerên HDP’ê li dijî tecrîdê li Taksîmê meşiyan

Parlementerên HDP’ê ligel astengkirinên polîsan jî, li hemberî tecrîda li Îmraliyê meşiyan.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Sezaî Temellî û Pervîn Bûldan jî di nav de parlementerên HDP’ê li dijî tecrîda li Îmraliyê li Taksîmê meşiyan.

Polîsan di destê sibehê de bi TOMA’yan dora QadaTaksîmê girtinû nehiştin parlementerên HDP’ê ji Taksîm Hîll Otelê heta Qada Galatasarayê bimeşin. Polîsan dora otelê û pêşiya meşa parlementeran girtin. Piştî ku polîsan destûr nedan ku parlementer bimeşin, polîsan parlementera HDP’ê Saliha Aydenîz derb kirin.

TEMELLÎ: BI ŞIKANDINA TECRÎDÊ RE WÊ HIQÛQ WERE

Piştî nîqaşa bi polîsa re, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî bi grevên birçîbûnê dest bi axaftina xwe kir. Temellî got ku, “Îro ji bo em bibin hevkarê têkoşîna Leyla Guven em li vir in.  Mafê her girtiyan heye ku bi parêzer û malbata xwe hevdîtinê bike. Di vî warî de mafê rêzdar Ocalan jî heye, pêkneanîna vî mafî bêhiqûqiyeke mezin e. Ji ber vê jî şikandina tecrîdê têkoşîneke hiqûqê ye. Tirkiye di bin ablûkayê de ye. Îro bi vê rewşa li Taksîmê tecrîdê xwe teşhîr kiriye. Tecrîd ev e, tecrîd mudaxeleya li ser mafên mirovan e. Ji ber vê jî em bang li hemû demokrat û jin û ciwanan dikin, werin em piştgiriyê bidin hiqûq û demokrasiyê.

‘EM Ê TECRÎD Û DORPÊCÊ JÎ BIŞKÎNIN’

Êdî binpêkiria destûra bingehîn rewa bûye, hêzên emniyetê vêya weke bûyerekî ji rêzê dibîne û bi hêsanî rêya wekîlan qut dike. Li vî welatî êdî ne hiqûq ne jî daraz xweser e. Ev sûc e û nenaskirina qanûnan e. Îro li pêşiya we desthilatdar û hêzên wê sûc kiriye. Em ê li dijî van sûc, bê edaletî, nenaskirina qanûnan û ji bo dengdayîna dengê Leyla Guven, têkoşîna bi grevên birçîbûnê re û ji bo bidawîkirina tecrîdê têbikoşin. Ev têkoşînekeî ya hiqûq û demokrasiyê ye. Em ê vê tecrîd û dorpêçê di demek kurt de bişkînin.”

BÛLDAN: EM Ê BEDEL BIDIN LÊ TAWÎZAN NADIN

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan jî qala tecrîdê kir û got; “Îro çûyîna me ya ji bo Qada Galatasarayê bi fermana Wezîrê Karê Navxweyî hate astengkirin. Wezîr got “Eger hûn bimeşin ez ne zilam im” bila wezîr bizane bi nehiştina meşa parlamenteran re zilambûyîn nabe. Ji bo rawestandina mirinan tenê mirovbûn bes e. Bila kesên ku ne li gorî qanûnan vî welatî rê ve dibin baş bizanin, em ê li her der û her tim daxwazên xwe yên rewa bînin ziman.”

Bûldan wiha domand; “Têkoşîna 40 salan li dijî bêheqî, bêhiqûqî, mirin û êşkenceyên li girtîgehan e. Têkoşîa me ya 40 salan a azadî, demokasiyê em ji Wezîrê Karê Navxweyî fêr nebûne. Yên beriya wan jî bi heman şêweyî kirin û tu caran me tawîz neda. Ji bo ku aşitî, demokrasî û edalet were vî welatî me hemû cûre berdêl da. Hevalên me îro ji bo parastina aşitî û demokrasiyê di girtîgehan de ne. Lê hevala me Leyla Guven Îro li ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêzdar Ocalan ji bo neheqî û bêhiqûqiyê bedena xwe ji bo birçîbûnê razandiye. Îro roja 96 ‘an a greva birçîbûnê ye.”

PARLEMENTERAN ASTENGÎ NAS NEKIRIN

Piştî axaftinan dibin dorpêça polîsan de çalakiya rûniştinê ya bêdeng hate lidarxistin. Di dema çalakiyê de Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan bi rêya telefonê bi Leyla Guven a ku 96 roj in di greva birçîbûnê de ye hevdîtin kir. Piştî çalakiyê parlamenter yek bi yek ji dorpêça polîsan derketin û ber bi Cadeya Îstîklalê ve meşiyan. Tevî astengiyên polîsan ên di rê de parlementerên HDP’ê bi dirûşmeyan meşiyan avahiya HDP’ê ya Stenbolê.