Peyama berxwedêrên Strasboûrgê ya ji bo meşê: Komploger têk çûne

Çalakgerên meşa dirêj a Basel-Strasboûrgê dest bi beşa sêyemîn a çalakiya xwe kirin. Berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê peyamek ji meşvanan re şandin û çalakiya wan silav kirin.

Siyasetmedar, nûnerên saziyan û hunermend jî di nav de zêdeyî 100 kes bi dirûşma "Em tecrîdê bikişînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin", ji Baselê dest bi meşa ber bi Strasboûrgê ve kiribûn. Meş di roja sêyemîn de ye.

Meşvan danê sibehê li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Mulhoûse li hev civiyan û bi gotina 'Çerxa Şoreşê' dest bi meşê kirin.

BERXWEDÊRÊN STRASBOÛRGÊ MESAJ JI MEŞA DIRÊJ RE ŞANDIN

Li gel qîrîna dirûşman, li ser tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdê belavok tên belavkirin.

Berxwedêrên greva birçîbûnê ya Strasboûrgê jî mesajek ji meşvanan re şandin û çalakiya wan silav kirin. Di peyamê de işaret bi girîngî û wateya meşa dirêj hate kirin û hate gotin, "Ji aliyê fîzîkî ve em bi we re nebin jî, dilên me yên bi ruhê berxwedanê bi we re ye. Hêzên komploger ên navneteweyî dema ku 20 sal berê xwestin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin, Rêber Apo weke astengiya herî mezin li hemberî xwe dîtin. Ji bo beralîkirina Rêbertî komplo kirin. Rêber Apo paradîgmaya azadiya nasnameyên civakî, bagerî û gelên li Rojhilata Navîn hemûyan temsîl dike. Lewma komplo di heman demê de li dijî mûxalîf, hêzên demokratîk û azadîparêz ên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn hatiye kirin."

'KOMPLOGER TÊK ÇÛN'

Di dewama peyamê de hate ragihandin, bi komploya navneteweyî re hate xwestin, ne tenê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd her wiha lêgerîna azadiyê ya gelan û şoreşa jinê were tasfiyekirin û hate gotin, "Bi armanca şermezarkirina komployê, îsal ji 3 baskan ve ciwan, şoreşgerên enternasyonal, rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend û nûnerên saziyên baweriyan meşa dirêj pêk tînin. Ev jî nîşand ide ku komploya navneteweyî di pratîkê de têk çûye."

'EV MEŞ DEWAMA MEŞA 40 SALAN E'

Berxwedêrên greva birçîbûnê diyar kirin, meşa dirêj beşek ji berxwedana grevên birçîbûnê ye û gotin, "Ev meş dewama meşa bê navbera a 40 salan e. Meşa azadiya gelan e."

Piştî ku peyam hate xwendin, meşvanan dirûşmên "Bijî berxwedêrên greva birçîbûnê" û "Bijî Serok Apo" qîriyan.