Di bin rejîma otorîter de têkoşîna demokrasiyê

Li Londrayê ya ku paytexta Îngîltereyê ye bi navê ‘Di bin rejîma otorîter de têkoşîna demokrasiyê’ konferansek hate lidarxistin. Di konferansê de geşedanên siyasî yê li Tirkiyeyê hatin nirxandin.

Kampanyaya Hevgirtina bi Gelên Tirkiyeyê (SPOT) li Londrayê konferansek li dar xist. Gelek siyasetmedar, rojnameger û sendîkavan di konferansê de axivîn. Di konferansê de 2 rûniştin û 4 atolye hatin lidarxistin. Parlementerê CHP’ê Alî Esker, parlementerê berê yê HDP’ê Osman Baydemîr, karkerên Flormarê yên ku li ber xwe didin, rojnameger Aydin Çûbûkçû û Mûstafa Yalçiner, parlementera Partiya Karkeran Kate Osamor û gelek sendîkavan tevlî konferansê bûn.

BLOWER: REJÎMA YEKPARTÎ Û YEKKES HEYE

Serokê Organîzasyona Yekîtiya li Hemberî Faşîzmê Chrîstîne Blower di axaftina xwe de qala êrîşên li ser mûxalifan ên li Tirkiyeyê kir. Blower got ku, “Desthilatdariya li Tirkiyeyê welat ber bi dîktatoriyê dibe. Bi pergala seroktiyê re, Tirkiye derbasî rejîma yekkes û yekpartiyê bûye. Rewşa Awarte êdî bûye tiştekî normal, êrîşên li ser Kurdan zêdetir bûye.

Serokê Giştî yê Partiya Karkeran Jeremy Corbyn jî peyameke kurt şand ji konferansê re. Corbyn di peyama xwe de got ku, “Ez dixwazim diyar bikim ku ez ê her dem piştgiriyê bidim wan aliyên ku li Tirkiyeyê ji bo demokrasiyê têdikoşin. Heke em bi hev re bixebitin, em dikarin rejîma otorîter hilweşînin.”

OSAMOR: WÊ DÎROK ERDOGAN MEHKÛM BIKE

Parlementera herêma Londra-Edmontonê ya Partiya Karkeran Kate Osamor jî diyar kir ku li Tirkiyeyê zextên gelekî giran tê kirin lê serokên gelek welatan piştgiriyê didin Erdogan. Osamor got ku, “ Zextên Erdogan ên li dijî çapemeniyê gelekî hovane ye. Dîrok ji ber van êrîşan ew ê Erdogan mehkûm bike. Ez bang li hikumeta Keyîtiya Yekbûyî dikim, ji dêvila ku piştgiriyê didin Erdogan bila piştgiriyê bidin gel.”

EM Ê BIÇIN SERDANA LEYLA GUVEN

Osamor piştre bal kişand ser vî tiştî ku di demeke kurt de ew ê tevî heyetekê biçin serdana Leyla Guven û ew ê hewl bidin dengê wê bilindtir bikin.

Parlementerê berê yê HDP’ê Osman Baydemîr jî di axaftina xwe de qala êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava kir. Baydemîr bal kişand ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven û got ku, “Tendirustiya Leyla Guven niha di rewşeke krîtîk de ye. Ji bo ku biçe serdana Ocalan, ez careke din bang li CPT’ê dikim”

Di konferansê de xebatên atolyeyê jî hatin kirin.

JÊDERK: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA