Li Dortmûnd, Montpellîer û Brukselê bîranîna şehîdan

Armanc Goşkar û Şayan Cûdî li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê, şervanên enternasyonalîst Baran Galîcîa û Kendal Breîzh li bajarê Montpellîer ê Fransayê û Çekdar Anter jî li paytexta Belçîka Brukselê hatin bîranîn.

Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê, Meclîsa Jinê ya Rozgerîn û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Şehîd Sûna Kizilkaya (Armanc Goşkar) û Şehîd Hevîle Îzer (Şayan Cûdî) bi bîr anîn.

Xizmên şehîdan û nûnera Tevgera Jinên Kurd li civîna bîranînê axivîn û bal kişandin ser girîngiya xwedîderketina li bîranîn û têkoşîna şehîdan.

Piştî axaftinê, sînevîzyonek li ser jiyan û berxwedana Şayan Cûdî û Armanc Goşkar hate nîşandan.

MONTPELLÎER

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê, şervanên enternasyonalîst Baran Galîcîa û Kendal Breîzh ên 20'ê Sibata 2018'an li Rojava şehîd bûn hatin bîranîn.

Di civîna bîranînê de daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya YPG'ê hate xwendin û sînevîzyon hate nîşandan. Piştre şoreşgera enternasyonalîst Sara ku niha li Rojava têkoşe, bi rêya telefonê ji beşdaran re axivî.

BRUKSEL

Yilmaz Yalçin (Çekdar Anter) ku 1ê Sibatê şehîd bû li paytexta Belçîka Brukselê hate bîranîn.

Ji malbata Yalçin Cîhan û Azîze Yalçin tevlî bîranînê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê bi navê Komîteya Malbatên Şehîdan a Belçîkayê Sûltan Ograş axivî û got, "Gelekî girîng e ku em xwedî li têkoşîna şehîdan derkevin."

Ograş bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, bêdengiya CPT û saziyên Ewropî ne ya qebûlkirinê ye.

Piştî ku sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna gerîlayê HPG'ê Yilmaz Yalçin hate nîşandan, civîna bîranînê bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.