Hevserokên HDP'ê: Divê tecrîd bi dawî bibe!

Parlamenterên HDP'ê xwestin li Kolana Îstîklalê li dijî tecrîdê bimeşin, lê belê polîsan pêşî li wan girtin. Hevserokên HDP'ê diyar kirin ku divê tecrîd tavilê bi dawî bibe û gotin, "Em ê tawîzê nedin."

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî û parlamenterên HDP'ê, ji bo piştgiriyê bidin Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 96 roj in di greva birçîbûnê de ye, xwestin ji Meydana Taksîmê heta Galatasarayê bimeşin. Lê belê polîsan pêşî li wan girtin.

HDP'yî beriya meşê li Taksîm Hîll Otelê li hev civiyan, êlekên bi nivîsa "Bila tecrîd bi dawî bibe, bijî Leyla" li xwe kirin û ji bo dest bi meşê bikin derketin derve. Lê belê li pêşiya otelê polîsan rê li wan girtin.

Amîrê polîsan ji HDP'yiyan re gotin ku wê destûrê nedin meşa wan û ji bo hincetê jî got, "Ji Tebaxa 2018'an ve em nahêlin kes bimeşe. Eger ez destûrê bidim we, wê çaxê wê ji bo yên din eyb be."

Serokwezîrê Meclîsê yê HDP'yî û Parlamenterê Mêrdînê Mîthat Sancar diyar kir, di çarçoveya mafên destûra bingehînî de ew dixwazin bimeşin. HDP'yiyan her wiha anîn bîra amîrê polîsan ku Serokkomar Tayyîp Erdogan ê doh tevlî merasîma hîmdanîna Navenda Çandê ya Ataturk bû, li Kolana Îstîklalê meşiya û simît li gel belav kir.

Tevî hevdîtinê jî destûr ji HDP'yiyan re nehat dayin. Li ser vê yekê HDP'yî ber bi aliyê din ê kolanê, ber bi AKM'e ve meşiyan. Lê belê li wî alî jî pêşî li wan hate birîn. Polîsan bi anonsê îdîa kirin ku meş ne qanûnî ye û ji HDP'yiyan xwestin belav bibin.

Nîqaşa navbera HDP'yiyan û amîrên polîsan demeke dirêj dewam kir.

HDPyiyan diyar kirin ku ew bi biryar in bimeşin, pankarta bi nivîsa "Bila tecrîd bi dawî bibe, bijî Leyla" vekirin û li cihekî nêzî Taksîmê daxuyanî dan.

'DIVÊ TECRÎD TAVILÊ BI DAWÎ BIBE'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî daxuyanî da û got, "Em dixwazin tecrîd tavilê bi dawî bibe. Ji bo tevlî têkoşîna Leyla Guven bibin em li vir in. Ev têkoşîn ji bo aştî, wekhevî û azadiya tevahiya Tirkiyeyê tê kirin û daxwazeke mafdar e. Mafê her hikumxwarî ye ku malbat û parêzerên bbıne. Bêhiqûqiyeke mezin e ku Birêz Ocalan ji vî mafî tê hiştin.

Eger hûn dixwazin rastiya tecrîda li Îmraliyê bibînin, vaye ev wêne ye. Me ev wêne îro nîşanî we da. Ev dorpêçiya li Meydana Taksîmê, ev bêqanûntî ye. Tecrîd ev bi xwe ye. Leyla Guven 96 roj in hewl dide vê yekê nîşan bide."

Temellî diyar kir ku wê dengê Leyla Guven bilind bikin û got, "Ev têkoşîn têkoşîna hiqûq û demokrasiyê ye. Em ê vê tecrîdê û dorpêçiyê di dema herî kurt de ji holê rakin."

'ME TI CARÎ TAWÎZ NEDAN'

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî got, "Ji bo tecrîd bi dawî bibe û Leyla û hevalên li girtîgehan bijî, me xwest bala raya giştî bikişînin ser mijarê. Wezîrê Karên Hundir bi rengekî nehiqûqî pêşî li parlamenteran girt. Mirovbûn ew e ku pêşî li kuştina mirovan bigire. Yên ku bi vî rengî welêt bi rê ve dibin bila zanibin ku em ê van daxwazên mafdar û rewa li her derê bînin ziman. 40 sal in em têdikoşin. Em ji Wezîrê Karên Hundir hînî têkoşîna demokrasî û azadiyê nebûne. Me ti carî tawîz ji pîvanên xwe nedan. Ji bo azadî û edalet bê vî welatî me her şêwe berdêl dan."

GUVEN LI BÛLDAN GERIYA

HDP'yî piştî axaftinan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Di dema çalakiyê de bi rêya telefonê Leyla Guven bi Pervîn Bûldan re axivî û li ser çalakiyê agahî wergirt.