ROJANE
Hemû Nûçe
-
Amed li ber xwe dide, Waliyê mêtinger qedexe anî
Li Amedê li dijî terora qeyûman berxwedan didome. Polîsên Tirk êrîşê bi ser gel de dibin. Gel li Amedê ber bi Parka Koşuyoluyê ve dest bi meşê kir. -
Nerazîbûna Konseya Ewropayê ya li dijî desteserkirina şaredariyan
Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê (KONGRE) nerazîbûneke tund nîşanî desteserkirina şaredariyên HDP'î da û diyar kir, pratîkeke bi vî rengî zerareke mezin dide karê baş ê demokrasiya xwecihî. -
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî lê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo serlêdana bi muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Katircioglû: Desthilatdariyê dawiya xwe anî
Parlementerê HDP’ê Erol Katircioglû diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê bi xespkirina îradeyê dawiya xwe aniye û got “Dewlet dûrî rasyonelîteyê ye. Rêzdar Ocalan dîsa bi tespîtên xwe mafdar derket.” -
Temellî: Hewldanên wan bi kêr nayên
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî anî ziman, rewşa heyî ya desthilatdariyê nîşan dide ku Rêya Sêyemîn mafdar û rewa ye û got, "Em tundiya êrîşê fêhm dikin, ji ber ku bêçare ne. Hewldanên wan ên rabûna li ber herikîna dîrokê bêkêr in." -
DÎK: Qeyûm şerê li dijî vîna gel û vîna îlahî ye
Hevseroka DÎK'ê Huda Kaya got, ''Qeyûmtî ne tenê li dijî vîna gel, li dijî vîna îlahî jî şer e''. -
Destgîrkirina Karahan li qada navneteweyî hate şermezarkirin
Sendîkaya Neteweyî ya Rojnamevanan û rojnameya Morning Star ên Îngilistanê destgîrkirina edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ziyan Karahan şermezar kirin. -
Polîsan girtin ser mala Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca
Polîsan girtin ser mala li Stenbolê ya Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca. -
Rêveberên Ûrûgûayê nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyan da
Desteserkirina Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, ji aliyê koalîsyona partiyên li Ûrûgûayê desthilatdar in û civaka Ermen a li Arjantînê ve bi tundî hate şermezarkirin. -
Xespkirina şaredariyan li Berlîn û Torontoyê hate protestokirin
Ji ber ku rejîma dewleta Tirk sê şaredariyên HDP’ê xesp kir, li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye û li bajarê Toronto yê Kanadayê çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin. -
Saziyên Êzidî li dijî desteserkirina şaredariyan bang kirin
Saziyên civaka Êzidî yên li Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar desteserkirina Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê bi tundî şermezar kirin. -
Karamûş: Dewleta Tirk di asta herî bilind a faşîzmê de ye
Nûnerê KNK'ê yê Swêdê Ahmet Karamûş nerazîbûn nîşanî desteserkirina Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê da û diyar kir, dewleta Tirk û tifaqa AKP-MHP'ê di asta herî bilind a faşîzmê de ne. -
Qubeya Siwarê Gêdûk ji nû ve tê avakirin
Qubeya Siwarê Gêdûkê ya Şengalê ku yek ji deverên ji aliyê DAÎŞ'ê ve hate rûxandin, bi alîkariya YBŞ'ê ve ji nû ve tê avakirin. -
Desteserkirina şaredariyan li Londonê hate şermezarkirin
Desteserkirina 3 Şaredariyên Bajarên Mezin ên HDP'î li Londonê ji aliyê saziyên demokratîk ve hate şermezarkirin. -
Siyasetmedar û hunermendên li Hambûrgê li dijî qeyûm derketin
Desteserkirina Şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê li bajarê Hamburgê yê Elmanyayê ji aliyê siyasetmedar û hunermendan ve bi tundî hate şermezarkirin. -
Kurdên li Fransayê desteserkirina şaredariyan şermezar kirin
Desteserkirina Şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê li Fransayê ji aliyê Kurdistaniyan û dostên wan ve bi çalakiyên girseyî hate şermezarkirin. -
ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Tebaxa 2019'an. -
Li Enqerê polîsan êrîşî çalakiya protestoyê kir, 9 kes destgîrkir
Li Enqerê xespkirina 3 şaredariyên HDP’ê bi çalakiyekê hate protestokirin. Polîsan êrîşî gel kir û 9 kes destgîrkirin. -
HDP’ê li dijî xespê biryara bênavber a çalakiyan da
MYK a HDP’ê ya li ser xespkirina AKP’ê ya şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê kom bû, li dijî xespa vînê biryara ‘Çalakiyên bê navber’ da. -
Li dijî dagirkeriya qeyûm nerazîbûn didomin
Nerazîbûna li dijî dagirkeriya qeyûm didome. EHP, Partiya Saadet û Odeya Tabîban a Stenbolê derbeya Qesrê şermezar kir. -
Polîsan êrîşî girseya li Stenbolê xwestin daxuyanî bidin kirin
Polîsan êrîş bire ser girseya ku xwestin li Qada Taksîm a Stenbolê li dijî xespkirina AKP’ê ya şaredariya Amed, Mêrdîn û Wanê bidin kirin. 6 kes hatin destgîrkirin. -
KNK: Dewleta Tirk li dijî îradeya xelkê Kurdistanê derbe pêk anî
Konseya Rêvebir a KNK’ê nerazîbûn nîşanî xespkirina şaredariyên HDP’yî da û got; “Dewleta Tirk li dijî îradeya xelkê Kurdistanê derbe pêk anî.” -
Li dijî xespkirina şaredariyan li her cihî çalakî
Li dijî xespkirina 3 şaredariyên bajarên mezin ên HDP’ê ya ji aliyê rejîma Tirk ve nerazîbûn di asta herî jor de ne. Li Amedê gelek caran polîsan êrîşî girseyê kirin. -
‘Qeyyûm derbeya li dijî îradeya gel e’
Baroyên 28 bajaran nerazîbûn nîşanî xespkirina şaredariyên HDP’yî dan. -
Dosyeya kesên hatine destgîkirin hatin astengkirin
Di êrîşa qirkirina siyasî ya li Amedê de gelek kes hatibûn destgîrkirin. 3’emîn Dadgeriya Cezayê Sûlhê dosyeya kesên hatine destgîrkirin asteng kir.