Kurdên li Fransayê desteserkirina şaredariyan şermezar kirin

Desteserkirina Şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê li Fransayê ji aliyê Kurdistaniyan û dostên wan ve bi çalakiyên girseyî hate şermezarkirin.

Kurdistaniyên ku li gelek bajarên Fransayê daketin qadan diyar kirin ku wê heta dawî li şaredariyên xwe bibin xwedî.

PARÎS: Li paytexta Fransa Parîsê Kurdistanî û dostên wan li dijî desteserkirina şaredariyan meş û mîtîngek pêk anîn. Meşê bi banga CDK-F û TJK-F li meydana Republique dest pê kir û nûnerên saziyên ACTIT, SKB, ADHK-Parîsê piştgiriya çalakiyê kirin. Çalakgeran bang li dewleta Fransayê kirin ku li pêşberî operasyonên qirkirina siyasî û desteserkirina îradeya gelê Kurd bêdeng nemîne. Girseya gel piştre bi qîrîna dirûşma "Dewleta faşîst ji Kurdistanê bicehime" heta metroya Strasbourgê ve meşiya. Çalakiya şermezarkirinê bi mîtîngê dom kir. Qisekeran bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar a ji bo hilweşandina faşîzmê.

LORÎENT: Li bajarê Lorîentê jî çalakiyeke protestokirinê pêk hat. Saziyên ku tevlî çalakiyê bûn nîşan dan ku ew piştgiriya HDP'ê dikin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û der barê mijarê de dosya radestî şaredariya Lorîentê, sendîkayên karkeran, nûnerên partiyên siyasî û çapemeniyê hatin kirin.

MARSÎLYA: Kurdistaniyên li Marsîlyayê jî êvarê li meydana Canebîereyê li hev civiyan û bi qîrîna dirûşmên "Erdogan li dijî şaredariyên Kurdan darbe kir", "Kujer Erdogan" dest bi meşê kirin. Bi sedan kes piştre li qada Canebîere-Vîeûx-Portê çalakiya rûniştinê kir. Qisekeran diyar kirin ku dewleta Tirk darbe li dijî şaredariyên Kurdan kiriye.

RENNES: Li bajarê Rennesê endamên Komeleya Çanda Kurd a Demokratîk a Amara û Komeleya Jinê ya Zînê li meydana şaredariyê li hev civiyan û desteserkirina şaredariyan şermezar kirin. Di çalakiyê de der barê mijarê de belavok hatin belavkirin.

BORDEAÛX: Li bajarê Bordeaûxê bi sedan kes li hev kom bûn û çalakiya şermezarkirinê pêk anîn. Çalakgeran hişyarî dan ku desteserkirina şaredariyan wê ne tenê li Kurdistanê be, her wiha wê li bajarên Tirkiyeyê jî bidome.

STRABOÛRG: Kurdistanî tevî dostên xwe li bajarê Strasboûrgê li hev kom bûn û desteserkirina şaredariyan şermezar kirin. Nûnerê HDP'ê yê li Konseya Ewropayê Fayîk Yagizay di çalakiyê de axivî û anî ziman, AKP'ê têkçûna xwe ya di hilbijartinên xwecihî de hezm nekiriye, lewma bersiva xwe jî pêkanînên faşîzane.