Qubeya Siwarê Gêdûk ji nû ve tê avakirin

Qubeya Siwarê Gêdûkê ya Şengalê ku yek ji deverên ji aliyê DAÎŞ'ê ve hate rûxandin, bi alîkariya YBŞ'ê ve ji nû ve tê avakirin.

Di fermana 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAÎŞ'ê, piranî mezargeh û cihên pîroz ên êzidiyan rûxandin û hilweşandin.

Yek ji wan cihên pîroz yên ku hatine helweşandin, quba Siwarê Gêdûkê ango Şêxê Mehema, ya ku dikeve rojavayê çiyayê Şengalê, li gûndê Barê ye.

Piştî rizgarkirina deverê ji aliyê YBŞ-YJŞ û vegera xelkê deverê, ev demeke ji aliyê şanda olî yê êzidiyan û beşdarbûna xizmetkarên geliyê laleşê, dest bi ji nû ve avakirinê hate kirin.

Beriya demekê bû ku heyetek ji aliyê fermandariya YBŞ, oldaran, rûspiyan û her wek din, pêşikêşên civaka Êzidî, quba Şêxê Meheme ziyaretkiribûn.

Di wê demê de ji aliye heyetê û fermandariya YBŞ ve hatibû diyarkirin, ku ji bona çêkirina qubê, çî bikeve ser milê wan ewê bikin.

Doh careke din heyetek ji oldar, rûspiyan û fermandariya YBŞ'ê, çûn serdana qubê û careke din diyar kirin, ku ji bo avakirina cihên pîroz, heta dawî çi ji destê wan tê, wê bikin.

Micêwira qûbê Dayê Xezal jî, sipasiyên xwe ji bo YBŞ'ê û xizmetkaran kir û got: ''me bawer ne dikir, ku rojekê em ê bigihîjin van rojan, lê belê em îro gihîştine armanca xwe û em bi serketin.''