Katircioglû: Desthilatdariyê dawiya xwe anî

Parlementerê HDP’ê Erol Katircioglû diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê bi xespkirina îradeyê dawiya xwe aniye û got “Dewlet dûrî rasyonelîteyê ye. Rêzdar Ocalan dîsa bi tespîtên xwe mafdar derket.”

Parlementerê HDP’ê Erol Katircioglû xespkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê ji ANF’ê re nirxand.

Katircioglû diyar kir ku bi vê biryarê rûyê AKP’ê yê faşîst û despotîk derketiye holê û got ku “Ji îro û şûnde wê Tirkiye nebe Tirkiyeya berê. Teqez wê ev faşîzm were hilweşandin. AKP her ku têk diçe ewqasî êrîş dike. Li hemberî van operasyonan wan divê bertekên hevpar werin dayin. Li hemberî vê xespkirina îradeyê heke hêzên demokrasiyê neyên ba hev, êdî wê tu carî neyên ba hev. Çawa ku di hilbijartinên herêmî de em bûn yek û me hevkariya AKP û MHP’ê hilweşand, niha jî divê em werin ba hev û berteka xwe nîşan bidin.”

‘OCALAN DÎSA MAFDAR DERKET’

Parlementerê HDP’ê Erol Katircioglû qala gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir ê ku digot “Dewlet tişta pêwist nake û li dûrî çareseriyê ye.” Katircioglû got “Ew dewlet, ev dewlet e. Rêzdar Ocalan careke din bi tespîtên xwe mafdar derket. Xespkirina sê şaredariyan tê wateya nenaskirina îradeya gelê Kurd. Nabe ku mirov vî tiştî qebûl bike.”