Li dijî dagirkeriya qeyûm nerazîbûn didomin

Nerazîbûna li dijî dagirkeriya qeyûm didome. EHP, Partiya Saadet û Odeya Tabîban a Stenbolê derbeya Qesrê şermezar kir.

Rejîma AKP-MHP’ê şaredariyên bajarê mezin yên HDP’ê Amed, Wan û Mêrdin dagirkir. Ji hemû pêkhateyan nerazîbûnên li dijî xespkirina şaredariyên HDP’yî didome.

 EHP: TERORÎST TÎNE, QESRA DERBEKAR HEYE

Partiya Tevgera Karkeran (EHP): Ev qeyûmên talanker beriya niha jî me xist binê sindoq û dîrokê de. Rejîma qesrê ku hilbijartinan rewa nabîne rewabûna xwe jî ji hol3e radike. Encam ew ê ji bo wan gelek giran be. Em ê bi têkoşîna biratî û wekheviyê bersiva herî girîng bdin. Terorîst tine; derbeya qesrê ya qeyyûm heye.

ODEYA TABÎBAN: EM Ê BI HEVRE JI TARITIYÊ DERBIKEVIN

Odeya Tabîban a Stenbolê: Ev bêrêziyeke li beramberî mafê hilbijartinê ye. Ev tişta hatî kirin li djî îradeya hilbijêran tayînkirian qeyyûme. Ev tişta tê kirin polîtîkayên bêdengkirin, hilweşdan û tepisandina hemû muxalefetê ye. Ev derbeyekî ya AKP-Qesrê ye. Ev êrîşeke li dijî hemû îradeya meye. Em piştevaniya gelên Amed, Mêrdin û Wanê radigihînin. Em ê bi hecre bi têkoşînê ji vê taritiyê derbikevin.

PARTIYA SAADETÊ: WÊ ZIRARÊ BIDE AŞITÎ Û PÊŞEROJÊ

Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamolloglû jî daxuyanî da û wiha got: “Ji peywîrê giritna Serokên Şaredariyên Amed, Mêrdin û Wanê li dijî îradeya mîllî îpotek e. Ev tişta hatî kirin ti gîredanbûan xwe bi edalet û demokrasiyê re tuneye. Ev helwesta desthilatdariyê çawa ku mafan nas nake gel jî nas nake. Welatê me bi salane ji pêkanînên antîdemokratî zirar dît. Ev helwesta îro wê zirarê bide aşitî û pêşeroja me.”