DÎK: Qeyûm şerê li dijî vîna gel û vîna îlahî ye

Hevseroka DÎK'ê Huda Kaya got, ''Qeyûmtî ne tenê li dijî vîna gel, li dijî vîna îlahî jî şer e''.

Hevseroka Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) û Parlamentera HDP'ê Huda Kaya têkilî dagirkeriya qeyûm daxuyaniyek niviskî da.

'AQILÊ KU XWEDÊ DAYE MIROV KÊM DIKIN'

Kaya di daxuyaniyê de bal kişandine darbeya qeyûm a li ser Şşaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê û got, ''Ev ne tenê darbeya li gel e, her wiha darbeya li aştiya civakî, li sincê, li hiqûq û nirxên hevpar ê mirovahiyê ye. Xirabiya li cîhanê ye. Zêdekirina fitne û fesadiyê  ye. Kêmkirina anor û nirxê mirovahiyê ye. Kêmkirina aqil û vînê ya ku Xwedê daye mirovan.''

'ÇARESERÎ HEVGIRTINA CIVAKÎ Û BERXWEDAN E'

Di daxuyaniyê de hate gotin ew bi prensîba ''ê ku li dijî zilmê bêdeng bimîne şeytanê lal e'' li dijî desteserkirina heq û hiqûqê derdikevin, aliyê wan tim wê aliyê aştiyê ve û ji tekane rêya aştiyê hevgirtina civakî û berxwedana hevpar e.

Kaya her wiha got, ''Qeyûmtî ne tenê şerê li dijî vîna gel her wiha şerê li dijî vîna Xwedê ye jî.

Herî dawî di daxuyaniyê de hate gotin bi zilm û zordariyê kes bi ser nakeve, dadmendî, wijdan, hiqûq û aştî wê serwer bibe.