Nerazîbûna Konseya Ewropayê ya li dijî desteserkirina şaredariyan

Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê (KONGRE) nerazîbûneke tund nîşanî desteserkirina şaredariyên HDP'î da û diyar kir, pratîkeke bi vî rengî zerareke mezin dide karê baş ê demokrasiya xwecihî.

Serokê KONGRE'yê Anders Knape daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ji ber desteserkirina Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ew gelekî bi fikar in.

Knape got, "Şaredarên hilbijartî yên bajarên Amed, Mêrdîn û Wan ku sê metropolên li başûr rojhilatê welêt e, ji wezîfeyê hatin dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin. Fikarên xwe yên giran der barê vê de nîşan didim."

Knape diyar kir, şaredar di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de hatin hilbijartin ku KONGRE'yê jî ew hilbijartin şopand û got, "Ev pratîk birêveçûna demokrasiya xwecihî ya bi rengekî baş dixe nava fikaran."

Berdevk Maja Kocijancic jî bi navê Nûnera Bilind a Polîtîkayên Ewlekarî û Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini daxuyaniyek weşandibû û diyar kiribû ku desteserkirina şaredariyan zerarê dide demokrasiya xwecihî.