Jin ji bo Gulîzar Yildizê li ser piyan e: Êdî kêr gihîştiye hestî!
Rêxistinên jinan li Silopiya, ji bo Gulîzar Yildiz a bi hovane hat qetilkirin meşiyan.
Rêxistinên jinan li Silopiya, ji bo Gulîzar Yildiz a bi hovane hat qetilkirin meşiyan.
Li navçeya Silopiya Şirnexê ji bo şermezarkirina kuştina jina ciwan Gulîzar Yildiz meşeke girseyî hat lidarxistin. Parlamenterên DEM Partiyê Berîtan Guneş û George Aslan, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr, endamên TJA’yê yên Mêrdîn, Sêrt û Şirnexê, rêveberên DEM Partî û DBP’ê yên Botanê, Dayikên Aştiyê, hilbijartiyên herêma Botanê, endamên ÎHD’ê, Baroya Şirnexê, KESK, DÎSK, bi sedan welatî û malbata Yildiz tevlî meşa ji aliyê TJAyê ve hatiye organîzekirin bûn. Girseya ku li kolana hunerê kom bûn bi pankarta, “Qetlîama li ser jinê polîtîk e’ heya kuçeya 2’yemîn meşiyan.
Piştî meşê Hevseroka ÎHD’ê ya Şirnexê Esîn Yilmaz daxuyanî xwend û got ku Gulîzar Yildiz ne ya yekemîn e, vaye bi salan e li Şirnexê ji aliyê dewlet û mêran ve jin tên qetilkirin û wiha berdewam kir: “Ji sala 2016’an ve hem ji aliyê hêzên dewletê ve hem jî ji aliyê mêran ve jin tên qetilkirin. Pakîze, Sêvê û Fatma ji aliyê leşkerên dewletê ve, Sakîne Kulter ji aliyê serokê saziyek a dewletê ve Taybet Înan ji aliyê polîsên Tirk ve û îro jî Gulîzar Yildiz ji aliyê zihniyeta mêr ve hate kuştin.”
Yilmaz bi lêv kir ku êdî kêr gihîştiye hestî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hemû êşa ew kêra li bedena Gulîzar ketiye dikêşin. Me bi dehan caran got Peymana Stenbolê ji meriyetê ranekin lê çavan nedît û guhan nebihîst. Ev bûyerên tên jiyîn bingeha xwe ji wir digirin. Ji bo jiyana jinan were parastin divê cezayê herî giran li kujerên jinan were birin. Em hemû Gulîzar in.”
Piştre endama TJA’yê Adalet Fîdan jî axivî û wiha got: “Mixabin îro jî em ji bo tundiyek li ser jinê, ji bo kuştina jinekî meşiyan. Şêwaza qetilkirina Gulîzar şêwazek DAÎŞ’ê bû, em vê şêwazê şermezar dikin.”
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş jî anî ziman ku îro êşa wan Gulîzar e û ev tişt bi lêv kir: “Îro êşa me Gulîzar e, sedema kuştina jinan ji ber berxwedana jina azad e. Roj tuneye ku li herêmê tundiya li ser jinê pêk neyê. Her roj jinek li hundirê mala xwe, li kolanê, li kar rastî êrîşî tên. Ji bo pêşîgirtina vê tundiyê êdî dema raperîna jinan e. Çawa li Rojava me pêşberî rastiya DAÎŞ’ê li ber xwe da îro em ê li vir jî li ber xwe bidin. Pêkanîna tundiya li ser jinê tiştek pergalî û ev yek bi destê dewletî jî pêk tê. Heta ku em li vir bin em ê li hember kuştina jinan li ber xwe bidin.”
Di dawiya axaftinan de dayik û xwişka Gulîzar Yildiz jî axaftin kirin û gotin ku ji bo kujer cezayê herî zêde wergire ew ê heya dawiyê li pey şopa doza Gulîzar bin.
Piştî axaftinê girse bi dirûşmeya, “Jin, Jiyan, Azadî” belav bû.