Bi organîzekirina Însiyatîfa Gel û Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bi dirûşma "Ji bo Rêber Apo azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" meşekî girseyî hate lidarxistin. Bi hezaran kes tevlî meşa girseyî ya li Qamişloyê bûn. Di meşê de şêniyan bang li desthilatên Tirkiyeyê kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tedbîrên lez bigirin.
Meş ji Çerxerêya Osman Sebrî dest pê kir. Di meşê de şêniyan wêneyên Rêber Apo hildan. Meş li nava kolana giştî ya bajêr geriya. Di meşê de şêniyan gelek caran dirûşmeyên "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok" û "Bê Serok Jiyan Nabe" berz kirin.
Meş li Çerxerêya Şehîd Rûbar a li naverasta bajêr veguherî mîtîngê. Li wir endama Însiyatîfa Gel a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a li Qamişloyê, Şeha Xelîl axivî. Şeha got: "Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Apo beriya 120 rojan kiriye, ew misoger kilîda çareseriyê li Rojhilata Navîn e û wê ev bang bibe mertala parastinê ji bo tevahî gel û neteweyan."
Şeha girtina Rêber Apo di girtîgehê de mixabîniya xwe anî ziman û got: "Mixabin xwediyê vê felsefeyê û vê projeyê hîna di girtîgehê de ye û heta niha dewleta Tirk tu bersivê ji bo sedema mayîna wî di girtîgehê de nade."
Şeha bang li desthilatên Tirkiyeyê kir ku gavên bilez ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo biavêjin, rê li ber komîteyên Aştî û Civaka Demokratîk vekin ku karên xwe di hundirê parlamentoya Tirkiyeyê de bikin û got: "Ger Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi cih neyê, wê hemû berdêlê bidin."