Polîsan êrîşî girseya li Stenbolê xwestin daxuyanî bidin kirin

Polîsan êrîş bire ser girseya ku xwestin li Qada Taksîm a Stenbolê li dijî xespkirina AKP’ê ya şaredariya Amed, Mêrdîn û Wanê bidin kirin. 6 kes hatin destgîrkirin.

Polîsan êrîş bire ser girseya ku xwestin li Qada Taksîm a Stenbolê li dijî xespkirina AKP’ê ya şaredariya Amed, Mêrdîn û Wanê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bidin kirin. Polîsan êrîş bire ser girseyê ku di nav de Parlementerên HDP’ê Mûsa Pîroglû, Erol Katircioglû û Ahmet Şik û endamên partiyê hebûn kirin û ew asteng kirin.

Polîsên ku rê nedan daxuyanî bê dayîn dema dîtin ku gel bi biryar e êrîş kirin. Polîsan ji kesên derb kirin 6 kes destgîrkirin.

Di vê navê de dema ku kesek li qadê derbas dibû û bû şahidê bûyerê bi gotina; ‘Xêr e ma êdî kesên daxivin jî hûn destgîr dikin’ nerazîbûn nîşanî polîsan da.

Li ser vê polîsan bersiv da û got: “Erê yên daxivin jî em destgîr dikin.” Ev kes jî destgîr kir.

Di dema mudaxeleya polîsan de endama PM a HDP’ê Nesîme Aday, Hevseroka HDP’ê ya Umraniye Damla Savci, Rêveberê HDP’ê ya bajar Sitki Tatlici û Vedat Fîdan û du kesên endamên partiyê ku navê wan nehatin zanîn hatin destgîrkirin.