Li Enqerê polîsan êrîşî çalakiya protestoyê kir, 9 kes destgîrkir

Li Enqerê xespkirina 3 şaredariyên HDP’ê bi çalakiyekê hate protestokirin. Polîsan êrîşî gel kir û 9 kes destgîrkirin.

Xespkirina şaredariyên Amed, Mêrdin û Wan ên ji aliyê AKP’ê ve li Enqereyê hate protestokirin. Çalakî ji aliyê Rêxistina HDP’ê ya bajarê Enqerê ve li Qada Sakaryayê hate lidarxistin, Parlamenterê HDP’ê yê Entalya Kemal Bulbu, rêxistinên civaka sivîl û odeyên pîşe û kedê beşdarî çalakiyê bûn.

Gel li Qada Sakaryayê li hev civiyan, polîsan destûr neda û banga belavbûnê li gel kir. Gel belav nebû û polîsan bi gaza îsot û coban êrîşî gel kir. Di dema êrîŞê de girse dirûşmeya “Li dijî faşîsmê mil bidin milê hev”.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya Enqerê Fatma Kiliçarsan, Hevserokê HDP’ê yê Enqerê Huseyîn Gevber, Hevserokê Komeleya Elewî yên Demokratîk (DAD) yê Şaxê Mamkê Hasan Altûn, endama Partiya Meclîsê ya HDP’ê Yagmûr Yûrtsever, endama HDP’ê Betul Koca, Ecem Polat, Mustafa Bayraktar, Mûstafa Ûgûr Akkaya, Zarîf Kesîcîler ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin.

Polîs 9 kes destgîrkirin û çalakger li ocaxa çayê rawestiyane. Polîsan avêt li ser ocaxa çayê û kontrola GBT kir.