Amed li ber xwe dide, Waliyê mêtinger qedexe anî

Li Amedê li dijî terora qeyûman berxwedan didome. Polîsên Tirk êrîşê bi ser gel de dibin. Gel li Amedê ber bi Parka Koşuyoluyê ve dest bi meşê kir. 

Gel li Ofîsê komî ser hev bû, li ser vê polîsên rejîma Tirk êrîş bi ser gel de birin. Piştî terora polîsên Tirk gel dîsa xwe komî ser hev kir û bi hêrs û dirûşmenya ber bi Parka Koşuyoluyê ve dest bi meşê kirin.

Di nav gel  de parlamenterên HDP'ê Salîha Aydenîz û endamên Desteya Rêveberiya Navendî yên HDP'ê jî hene. Gel dema ku ji ber şaredariyê belav bûbû bang kiribû ku li Ofîsê kom bibin.

Waliyê mêtinger yê Amede jî li dijî berxwedana gel ji bo 15 rojan çalakî, meş qedexe kir.