Polîsan girtin ser mala Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca

Polîsan girtin ser mala li Stenbolê ya Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca.

Vê sibehê polîsan girtin ser mala li Stenbolê ya Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca. Alaca diyar kir ku sibehê polîsan girtine ser mala wê û sedema serdegirtinê hîn nebûye.

Alaca diyar kir ku di dosyeyê de biryara ‘nepenbûnê’ heye û ji ber vê jî ew nizane lêpirsîn ji ber çi pêk hatiye. Alaca bal kişand ser vî tiştî ku polîsan bi rêya birayê wê, ji bo îfadedayînê ew gazî emniyetê kiriye.