Biryara bihincet a 32 hezar rûpelî ya Doza Kobanê hate eşkerekirin

Biryara bihincet a Doza Kobanê ku 108 siyasetmedar têd tên darizandin, hate ragihandin.

Biryara bihincet a Doza Kobanê ku Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş 42 sal û Hevseroka Giştî Fîgen Yuksekdag 30 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, piştî salekê hate amadekirin. Di dozê de 108 siyasetmedar dihatin darizandin û ji bo 24’an cezayê girtîgehê hate birîn. Biryara bihincet ji 32 hezar rûpelan pêk tê. 

 Bi biryarê re rê hate vekirin ku kesên ji dozê tên darizandin serî li Dadgeha Îstînafê bidin. 

 CEZAYÊN HINEK SIYASETMEDARAN 

 Di dozê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk 10 sal, bi heman îdiayê li Gultan Kişanak û Sebahat Tuncelê 12 sal cezayê girtîgehê hate birîn. Li wekîla HDP’ê ya berê Ayla Akat Atayê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal û 9 meh, bi heman îdiayê li Emîne Aynayê 10 sal, li endama PM’a HDP’ê ya berê Ayşe Yagic 9 sal û li Aynûr Aşanê jî 9 sal cezayê girtîgehê hate birîn.