Rêveberên Ûrûgûayê nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyan da

Desteserkirina Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, ji aliyê koalîsyona partiyên li Ûrûgûayê desthilatdar in û civaka Ermen a li Arjantînê ve bi tundî hate şermezarkirin.

Frento Amplîo yek ji wan partiyane ku li Ûrûgûayê di nava hikumetê de ye. Senator û parlamenterên Frente Amplîo bi tundî desteserkirina şaredariyên HDP'î şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê wekîlên Frente Amplîo em dibêjin; em bi gelê Kurd ê li Amed, Mêrdîn û Wanê re ne. Em tayînkirina qeyûman ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan û Wezîrê wî yê karên hundir li dijî şaredariyên HDP'ê, her wiha êrîşên li qada siyasî şermezar dikin." Wekîlan diyar kirin, haya wan ji zextên li dijî Kurdan û nûnerê mûxalefeta demokratîk HDP'ê heye.

Parlamenter û nûnerên Kamara Avam a Ûrûgûayê mohra xwe danîn binê daxuyaniyê.

DOH LI ERMENIYAN KIRIN ÎRO JÎ LI KURDAN DIKIN

Yek ji saziyên gelê Ermen Yekîtiya Çandî ya Ermen (UCA) ku li Arjantînê bi deh hezaran endamên xwe hene, bi daxuyaniyekê ragihand ku ew biryara hikumeta Tirk ku hevşaredar ji wezîfeyê dûr xistiye nas nakin.

Daxuyanî bi sernavê "Em têkoşîna li dijî rejîma Erdogan a faşîst geş bikin" hate weşandin û hate ragihandin, hevşaredarên HDP'î bi rengekî ne qanûnî ji wezîfeyê hatine dûrxistin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, zîhniyeta ku doh Ermen qir kir niha jî êrîşî Kurdan dike û bang li gel û nûnerên Ermen ên li tevahiya dinyayê hate kirin ku terora dewleta Tirk teşhîr bikin û ji bo astengkirina vê terorê tevlî çalakiyan bibin.