HDP’ê li dijî xespê biryara bênavber a çalakiyan da

MYK a HDP’ê ya li ser xespkirina AKP’ê ya şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê kom bû, li dijî xespa vînê biryara ‘Çalakiyên bê navber’ da.

Civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya HP’ê li ser xestpkirina qeyûman a li ser fermana Wezîreta Karê Hundir û ji erkê girtina Hevşaredariya Bajarên Mezin a  Amed Serlçûk Mizrakli û Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmed Turk û Hevşaredarê Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan kom bû, bi dawî bû. Di civînê de biryara çalakiyên bê navber a li dijî xespê hate dayîn.

MYK HDP di civînê de li ser polîtîkayên qeyûm ên dîsa hatin dubarekirin û dîsa li ser çalakiyên nobed û rûniştinê di serî de gelek çalakiyên rewa û meşrû hatine gotûbêjkirin. Di encama gotûbêjên hatin kirin de biryara çalakiyên bê navber a li dijî polîtîkayên qeyûman hate girtin.

Dîsa di civînê de têkildarî çalakiyên ku bên kirin wê ‘zimanê demokrasî û aştiyê’ bê bikaranîn. Hate diyarkirin ku dijî polîtîkaya qeyûman wê li ser stratejiya hilbijartina 31’ê Adarê ya ‘Li Kurdistanê têkbirina qeyûman û li Rojava jî têkbirina îtifaqa AKP’ê û MHP’ê’ karê xwe bidomînin.

HDP a wê li dijî hemû êrîşên bê hiqûqî û demokratîk ên hikûmetê di siyaseta demokratîk de israr bike, di têkoşîna aştî û demokrasiyê ya nû de jî wê mîna berê ji niha û şûnde jî bi biryardariyeke xurt bidomîne.

MYK’ê li dijî polîtîkaya qeyûman li ser bingehê nerazîbûnê rewa û demokratîk weke gava yekem wê ji sibe û şûnde wê li pêşiya her sê avahiyên ku bi qeyûman hatine dagirkirin kom bibin. Li ser vî bingehî di nav de hevserokên partiyê, parlementer, endamên meclîs, hevserokên navçe û bajaran dîsa meclîsên ciwan û jinan banga lezgîn a lihevkombûnê hate kirin.

Li ser van biryaran nota agahdarkirinê ya ku wê ji rêveberên partî, parlementer û rêxistinan re bê şandin wiha ye:

“Bloka desthilatê ya ku tesfiyekirina qenalên demokrasî û bingehên wê kiriye terzeke yê siyasetê , Şaredariyên Bajarê me yên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê xespkiriye. Ev desthilata ku hiqûqa xwe binpê kiriye, derbên giran bi domdarî li vîna gel dide. Li gel vê bi sedan endamên meclîsa şaredariyên me, xebatkarên partî û şaredariyan desgîrkirine, operasyon hê jî didomin. Em li dijî vê darbeya siyasî bêdeng nabin, em ê xeta têkoşînê xurtir bikin.

Di vê çarçoveyê de;

Banga li hemû rêveber, parlementer, hevşaredarên,endamên meclîsaên şerdarû, endamên meclîsa giştî ya bajarên Amed, Çewlik, Dersim, Êlih, Xarpêt, Meletî, Erzîgan, Dîlok û Aydin dikin ku sibe saet 11:00’an li Avahiya Rêxistina bajarê Amedê  kom bibin.

Banga li hemû rêveber, parlementer, hevşaredarên,endamên meclîsaên şerdarû, endamên meclîsa giştî ya bajarên Wan, Bedlîs, Mûş, Agirî, Colemêrg, Qers, Îdir, Ardehan dikin ku sibe saet 11:00’ê li Rêxistina bajarê Wanê kom bibin.

Banga li hemû rêveber, parlementer, hevşaredarên,endamên meclîsaên şerdarû, endamên meclîsa giştî ya bajarên Mêrdîn, Sêrt, Şirnex û Riha dikin ku sibe saet 11:00’ê li Avahiya Rêxistina Mêrdînê kom bibin."