KNK: Dewleta Tirk li dijî îradeya xelkê Kurdistanê derbe pêk anî

Konseya Rêvebir a KNK’ê nerazîbûn nîşanî xespkirina şaredariyên HDP’yî da û got; “Dewleta Tirk li dijî îradeya xelkê Kurdistanê derbe pêk anî.”

Konseya Rêvebir a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) der barê desteserkirina Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye;

‘LI DIJÎ ÎRADEYA XELKÊ KURDISTANÊ DERBE HATE KIRIN’

“Hikûmeta Teyîb Erdogan, îro 19’ê Tebaxa 2019’an li ser şaredariyên bajêrên mezin yên Amed, Wan û Mêrdînê anku li ser îradeya xelkê Kurdistanê derbe kir û dîsa qeyûmên xwe wezîfedar kirin. Ev reftara hukûmeta AKPê, ev biryara wezîrê karê navxweyî, ev siyaseta êrişkar ya Erdogan nîşana kîn û nefreteke qedîm ya dewleta Tirk ya beramberî Kurd û Kurdistanê ye.

Şaredariyên Kurdistanê sala 2016’an jî bi biryara hukûmeta Erdogan hatibûn desteser kirin û qeyûm hatibûn wezîfedar kirin. Lê belê, xelkê Kurdistanê di hilbijartinên 31ê Adara îsal (2019) da bi dengên bilind şaredarên xwe hilbijartin û dawî li talana qeyûman ani. Di midehê sê salan da qeyûmên hikûmeta Erdogan şaredariyên Kurdistanê talan kiribûn, mal û hebûna xelkê Kurdistanê li zewq û sefaya xwe xerc kiribûn. Xelkê Kurdistanê di hilbijartinên 31’ê Adarê da dawî li vê zulma hukûmeta Erdogan anî û careke dî şaredarî kirin cihên xizmeta xelkê. Erdogan û hevkarên xwe tehemul bi vê şkesta xwe ya mezin nekirin û careke dî dest danîn ser şehredarîyên Kurdistanê.

Esasen hikûmeta Erdogan eve demekî dirêj e ku ji hemû alîyan ve êrişeke xedar û bê tixûb tîne ser Kurdistanê. Ji hewayî û reşahî bombebarandineke bê hed û hesab li ser axa Kurdistanê dike. Erdogan û Bahçelî ev êrişkarîya xwe bi bakurê Kurdistanê ve nehîştiye, niha dixwazin rojavayê Kurdistanê bi giştî dagîr bikin û dest danin ser îradeya rojavayê Kurdistanê jî. Hetta heke ji wan bêt hewil didin ku dest danin ser îradeya başûrê Kurdistanê jî. Ji ber hindê Kurd pêkve divêt vê tehlîkeya hukûmeta Erdogan û Bahçelî bibînin û bi hev ra rê li ber bigirin.

Ev kiryarên hukûmeta Erdogan bi çu rengî nayên qebûl kirin. Erdogan ligel şirîkê xwe Bahçelî adeta sefera tunekirina Kurd û Kurdistanê dayîne dest pê kirin. Her cihê ku Kurd xwe bidene temsîl kirin dibine hedefa hukûmeta Erdogan. Ev êrişkarîya wan ya dawîyê ya li ser şaredarşyên Amed, Wan û Mêrdînê, li ser îradeya xelkê Kurdistanê derbekî mezin e û ji vê polîtîkaya wan xuya ye ku dê vê pratîka xwe ya antî demokratîk û zalim bidomînin.

DIVÊ KESÊN DEMOKRASIYÊ DIXWZIN LI DIJÎ VÊ ZILMÊ DERBIKEVIN

Ev kiryara wan tinê êrişa li ser îradeya xelkê Kurdistanê nîne, herwisa gefeke xurt e li ser bizava demokrasîyê li Tirkîyê jî. Lewma hemû demokrasîxwazên Tirkîyeyê, divêt beramberî vê zulma Erdogan û Bahçelî mil bi milê xelkê Kurdistanê nerazîbûna xwe nîşan bidin û dijî vê êrişa faşîst bi hev ra rawestin.

DEWLETA TIRK BI AGIR DILEYZE

Em KNK bangî dewleta Tirkiyeyê dikin ku ev siyaseta wan bi agir leyistine û zûtirîn dem dev ji vê dijminahîya xelkê Kurd berdin û rêzê li îradeya xelkê Kurdistanê bigirin û rê bidene xebata şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê.

Erdogan û Bahçelî bila bizanin ku qeyûmên wan eslen qebûl nînin û şaredarên meşrû yên Amed, Wan û Mêrdînê ew şaredar in yên ku 31’ê Adarê bi dengên bilind hatine hilbijartin.

‘DIVÊ XELKÊ KURDISTANÊ XWEDÎ LI ÎRADE Û ŞAREDARIYÊN XWE DERBIKEVE’

KNK hêvî û daxwazê ji dinyaya demokratîk jî dike ku xelkê Kurdistanê bi tinê nehêlin û beramberî vê bêdadîya hukûmeta Erdogan û Bahçelî bêdeng nemînin û fişareke xurt bînine ser û herweha bibînin ku merkeza hemû arêşe û fitneya li Rojhilatanavîn dewleta Tirke û bi taybetî hukûmeta Erdogan e.

KNK daxwazê ji xelkê Kurdistanê jî dike ku bi hemî rêyên rewa û demokratîk, nerazîbûna xwe nîşan bidin û li îradeya xwe û şaredariyên xwe xwedî derkevin.”