Destgîrkirina Karahan li qada navneteweyî hate şermezarkirin

Sendîkaya Neteweyî ya Rojnamevanan û rojnameya Morning Star ên Îngilistanê destgîrkirina edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ziyan Karahan şermezar kirin.

Sekretera Giştî ya Sendîkaya Neteweyî ya Rojnamevanan a Îngilistanê (NUJ) Michelle Stanistreet diyar kir, ku li Tirkiyeyê her roj mafê azadiya çapemeniyê tê binpêkirin û welê li rojnamevanan hatiye anîn ku nikarin bixebitin.

Stanistreet anî ziman, destgîrkirina edîtora Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê Zivan Karahan mînaka dawî ya êrîş û gefên li Tirkiyeyê yên li dijî rojnamevanan e ku nayên qebûlkirin.

Stanistreet diyar kir, Tirkiye welatekî welê ye ku herî zêde rojnamevan lê girtî ne, bi giranî jî çapemeniya Kurd dibin hedefa êrîşan û got, "Divê civaka navneteweyî bi rengekî eşkere dewleta Tirk şermezar bike û Neteweyên Yekbûyî bike ku dewleta Tirk li gorî peymanên parastina rojnamevanan tevbigere."

Edîtorê navneteweyî yê rojnameya Morning Star Steve Sweeny jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê zext û êrîşeke giran li dijî rojnamevanan tê kirin û rojnamevanî ti carî ne sûc e.