Jin li dijî qetilkirina jinan meşiyan: Em ê kesek din winda nekin

Jin li Amedê li dijî zêdebûna qetilkirina jinan û polîtîkayên bêcezatiyê meşiyan. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Mafê jiyanê yê jinan nabe ku bikin qurbaniya daxwazên siyasî."

Li ser banga Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP) û Tora Li Dijî Tundûtûjiyê, gelek li dijî qetilkirina jinan meşiyan. Meş bi dirûşmeya "Em li dijî qetilkirina jinan di serhildanê de ne. Em ê kesek din winda nekin" hate lidarxistin. Meş ji ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amed dest pê kir û heta Qada Şêx Seîd berdewam kir.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, hevşaredarên navçeyan û gelek jin beşdarî meşê bûn. Jinan pankartên "Em li dijî qetilkrina jinan serî hildidin" û "Jin, jiyan, hesab bipirsin", "Jin jiyan e", "6284’an bicîh bînin" û "Bijî yekîtiya jinan" hilgirtin. Meş, bi dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" û "Qetilkirina jinan polîtîk ye" hate lidarxistin, bi çepik û tililiyan bi dawî bû.

'QÊRÎNA BÊDENG A GULÎZAR'

Jinan li Qada Şêx Seîd daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Sekretera Şaxa 1emîn a Egîtîm  Senê ya Amedê Arzu Koç ve hate xwendin. Koç diyar kir ku qetilkirina jinan roj bi roj zêde dibe û Gulîzar Yildiz a 29 salî ya ku li Silopî li aşxaneya ku lê dixebitî ji aliyê merekî xwe ve bi kêrê hate qetilkirin, bi bîr anî.

Koç got, "Ev ne tenê kuştinek e; ev encama rasterast a çanda bêcezatiyê û zîhniyeta mêr e. Qetilkirina Gulîzar mîna qîrînekê li ser milên jinan maye.

'BÊCEZATÎ CESARETÊ DIDE KUJERAN'

Arzu Koç diyar kir ku mafê jiyanê yê jinan tê paşguhkirin û serlêdanên wan ên ji bo tundûtûjiyê bi ciddî nayên girtin û wiha domand: "Vekişîna ji Peymana Stenbolê û bicihneanîna Qanûna 6284’an jinan bêparastin dihêle."

'ÇÎROKA GULÎZAR RÛYÊ PERGALÊ YE’

Koç destnîşan kir ku Gulîzar Yildiz ne tenê qurbaniyeke cînayetê ye, ew jineke têkoşer bû jî û bi bîr xist ku ew di demên berê de di girtîgehê de maye û got, "Ew jinek bû ku ji bo têkoşîna xwe ya azadiyê bedel da. Qetilkirina wê derbeyek li têkoşîna jinan e."

Daxuyanî bi dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" û çalakiya rûniştinê bi dawî bû.