Siyasetmedar û hunermendên li Hambûrgê li dijî qeyûm derketin

Desteserkirina Şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê li bajarê Hamburgê yê Elmanyayê ji aliyê siyasetmedar û hunermendan ve bi tundî hate şermezarkirin.

Desteserkirina şaredariyên sê bajarên mezin ên Kurdistanê li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê bi meş û mîtîngeke girseyî hate şermezarkirin. Gelek siyasetmedar û hunermendên Elman, Kurd û Tirk beşdarî xwepêşandanê bûn û desteserkirina şaredariyan şermezar kirin.

Endamên Meclîsa Eyaleta Hambûrgê Parlamenterên Partiya Çep Cansû Ozdemîr û Martîn Dolzer, hunermend Onder Çalar, Leman Tehn û Nazmî Kirik, Hevserokê Meclîsa Harbûrgê Abûzer Bîlener nêrînên xwe der barê siyaseta qeyûm a rejîma AKP'ê ragihandin.

Cansû Ozdemîr diyar kir ku biryara qeyûm darbeyeke siyasî ye û got, "Birêz Ocalan beriya demeke kurt banga xwe ya ji bo aştiyê dubare kir. Ev nêzîkatiya AKP'ê bersiveke li vê bangê. AKP careke din plan dike ku li dijî Kurdan komkujiyan bike."

Siyasetmedarê Partiya Çep Martîn Dolzer jî siyaseta qeyûm a AKP'ê şermezar kir. Dolzer diyar kir ku qeyûm rêbazeke rejîmên faşîste û bang li hikumeta Elman kir ku li dijî rejîma Erdogan helwestê nîşan bide.

Hunermend Onder Çakar jî got, "Em ê teqez bi ser bikevin, êrîşên bi vî rengî me hîn bêhtir xurt dike." Hunermend Leman Stehn jî bal kişand ser berxwedana li çiyayên Kazê û destnîşan kir ku hem berxwedana li çiyayên Kazê hem jî berxwedana li dijî qeyûman wê têk neçin.

Nazmî Kirik jî diyar kir ku tayînkirina qeyûman li şûna hevşaredarên hilbijartî bêhurmetiye li dijî mirovên li wan bajaran û got, "Divê şaredariyan tavilê radest bikin." Bîlener jî ji bo vê yekê bal kişand ser girîngiya berxwedanê.