Federasyona Civakên Demokratîk ên Kurd li Elmanyayê (KON-MED) a ku rêxistina sîwane ya civaka Kurd a li Elmanyayê ye, bi parlamenterên Kurd ên Parlamentoya Federal a Elmanyayê Gokay Akbulut, Cansu Ozdemîr, Ferhat Koçak, Mîrze Edis û Cem Înce re li Berlînê civiya. Hevserokên KON-MED'ê Rûken Akça û Kerem Gok jî beşdarî civînê bûn.
Di civînê de li ser rewşa dîasporaya Kurd a li Elmanyayê, geşedanên siyasî yên li Tirkiye û Kurdistanê û pirsgirêkên bingehîn ên ku civaka Kurd pê re rû bi rû dimîne, nîqaş hatin kirin.
KON-MED’ê bal kişand ser girîngiya rêbazên demokratîk û aştiyane û destnîşan kir ku divê Elmanya rola xwe ya avaker, rêgezî û çalak bidomîne.
MAFÊN CIVAKA KURD A LI ELMANYAYÊ
Yek ji mijarên sereke yên civînê mafên civakî, çandî, aborî û perwerdeyî yên civaka Kurd a li Elmanya dijî bû. Di civînê de li ser çareseriyên pirsgirêkên bingehîn ên wekî cudakarî, erozyona nasnameyê û kêmaniya temsîliyetê yên ku ku dîaspora pê re rû bi rû dimîne, nîqaş hatin kirin.
Bi taybetî ciwanên Kurd bi hişmendiya ziman, çand û nasnameya xwe bên perwerdekirin, zêdekirina beşdariya wan di nav saziyan de û têkiliyên wan bi dîasporayê re were xurtkirin wekî armancên hevpar derketin holê.
TEMSILYETA SIYASÎ Û TEVKARÎ
KON-MED’ê bi bîr xist ku zêdekirina hejmara parlamenterên Kurd a Parlamentoya Elmanyayê ji bo xurtkirina temsîliyeta siyasî ya gelê Kurd pir girîng e. Hat destnîşankirin ku ji bo ku daxwazên civakê bêtir derkevin pêş, divê bi parlamenterên ku nirxên demokratîk diparêzin re têkilî werin pêşxistin.
XETA TÊKOŞÎNA HEVPAR WÊ BÊ BERFIREHKIRIN
Li ser xurtkirina xeta têkoşîna hevpar a ji bo parastina mafên civaka Kurd ên li Elmanyayê, naskirina nasnameya wan û mezinkirina destketiyên demokratîk, fikrên hevpar derket pêş.
KON-MED û parlamenterên Kurd diyar kirin ku ew ê hevkariya hevpar zêde bikin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî wê xebatên hevpar bimeşînin û ji bo pozîsyona gelê Kurd ên li Elmanyayê li ser bingehek saxlemtir ava bikin wê xebatên xwe bidomînin.