Dosyeya kesên hatine destgîkirin hatin astengkirin

Di êrîşa qirkirina siyasî ya li Amedê de gelek kes hatibûn destgîrkirin. 3’emîn Dadgeriya Cezayê Sûlhê dosyeya kesên hatine destgîrkirin asteng kir.

Piştî Wezareta Karê Navxweyî ya Tirk şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Merdinê xespkir di operasyonan de bi sedan HDP’yî hatin destgîrkirin.

Di çarçoweya terora dewletê ku navenda wê Amede li Edene û Dersimê polîsan bi ser gelek malan de girt.

Hate ragihandin ku tenê li Amedê derbarê 187 kesan de biryara girtinê heye. Diyar bû heta niha li Amedê 106 kes hatine destgîrkirin, hate diyar kirin ku êrîşên qirkirina siyasî wê bidome û herî kêm 4 rojan kesên hatine destgîrkirin wê li navenda polîsan were girtin.

JI BO DOSYEYAN BIRYARA ASTENGIYÊ

Parêzeran ji bo rewşa dosyeya muwekîlên xwe yên destgîrtî bizane beramberî biryara astengiyê hatin. Diyar bû biryara astengiyê ji aliyê 3’emîn Dadgeriya Cezayê Sûlhê ve hatiye dayîn û agahiyên têkildarî dosyeyan ji parêzeran re nehate parvekirin.