Xespkirina şaredariyan li Berlîn û Torontoyê hate protestokirin

Ji ber ku rejîma dewleta Tirk sê şaredariyên HDP’ê xesp kir, li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye û li bajarê Toronto yê Kanadayê çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin.

Xespkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê wekî li gelek bajarên Ewropayê li Berlînê jî hate protestokirin a ku paytexta Elmanyayê ye.

Civaka Kurdistaniyên Azad a Berlînê, DESTDAN, Meclîsa Jinên Êzidî, PYD Berlîn, HDK Berlîn, Atîdk, KKP, SYKP, Civaka Dêrsimê, Eniya Ked û Azadiyê, FDG jî tê de gelek sazî û dezgehan piştgirî dan protestoyê.

Li ser navê Partiya Çep Kathîna Schûbert, Nûnerê KCD’ê Huseyîn Yilmaz, Hevberdeka HDK Berlînê Seher Yeter û nûnerê PYD Berlînê Silêman Hecî di protestoyê de axivîn. Axafvanan diyar kirin ku wezîfedarkirina qeyûm tê wateya darbeya li ser gelê Kurd û banga geşkirina têkoşînê kirin.

TORONTO

Bi heman armancê li bajarê Toronto yê Kanadayê jî mîtîngek hate lidarxistin. Kurd li ser rêyeke şên a bajêr hatin ba hev û wêneyên êrîşên polîsan ên li ser gel û wêneyên hevserokên giştî yên girtî yên HDP’ê hildan. Girseyê alayên HDP’ê jî hildan û bi sloganan rejîma faşîst a Tirkiyeyê şermezar kirin.