Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Karamûş: Dewleta Tirk di asta herî bilind a faşîzmê de ye

Nûnerê KNK'ê yê Swêdê Ahmet Karamûş nerazîbûn nîşanî desteserkirina Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê da û diyar kir, dewleta Tirk û tifaqa AKP-MHP'ê di asta herî bilind a faşîzmê de ne.

Karamûş desteserkirina şaredariyan û operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê ji ANF'ê re nirxand.

Karamûş bi bîr xist ku ti ji rêveberên şaredariyê yên ji wezîfeyê hatin dûrxistin bi karên bertîlê nayên sûcdarkirin û got, desteserkirina şaredariyan beşek ji êrîşên topyekûn ên li dijî gelê Kurd e.

Karamûş anî ziman, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê, gefên dagirkirina Rojavayê Kurdistanê û herî dawî desteserkirina şaredariyan nîşaneya wê yekê ye ku li dijî Kurdan dest bi êrîşeke topyekûn kirine.

Karamûş diyar kir, hikumeta AKP'ê ji ber ku nikare desthilatdariya xwe bidomîne, destûra bingehîn û qanûnan ji nedîtî ve tê, bi her rengî bêhiqûqiyê dike û got, "Saziyên welat hemû; polîs, îstîxbarat, leşker, burokrasî di bin kontrol û fermana rejîma Erdogan de ne. Ew dixwazin cihêkariya navbera gelan mezin bikin û şerê navxweyî biafirînin. Haya gelê Kurd ji vê yekê heye. Em ê nekevin vê provokasyonê. Divê hêzên demokrasiyê û gelê Kurd berxwedana li dijî hikumetê geş bikin."

Karamûş helwesta hin parlamenter û rêveberên CHP'î ya li dijî desteserkirina şaredariyan erênî nîşan da, lê belê têrker nedît û got, "Divê CHP bi rengekî sazî li dijî tayînkirina qeyûman sekneke bi biryar nîşan bide. Di rewşeke berevajî de dibe ku hikumet berê xwe bide şaredariyên CHP'î. CHP û hêzên demokrasiyê divê li dijî van kiryarên nerewa û li dijî qanûnan platformeke xurt ava bikin."