‘Qeyyûm derbeya li dijî îradeya gel e’
Baroyên 28 bajaran nerazîbûn nîşanî xespkirina şaredariyên HDP’yî dan.
Baroyên 28 bajaran nerazîbûn nîşanî xespkirina şaredariyên HDP’yî dan.
Baroyên 28 bajarên Tirkiyeyê nerazîbûn nîşanî xespkirina Şaredariyên Bajarên Mezin Amed, Mêrdin û Wan ên HDP’yî dan. Di daxuyaniya hevpar de hate gotin; “Ji peywirgiritna serokên şaredarên bajarê Mezin Amed Mêrdin û Wanê yên hatine hilbijartin û li cihê wan waliyên bajêr weke qeyûm hatine erkdar kirin. Li gorî daneyên Wezareta Navxweyî 418 kes hatine destgîrkirin û heman demê de înternet û medya civakî hatiye astengkirin. Bêhiqûqiya li dijî deryê carek din hate pêkanîn. Em cara duyemîn şahidiya vê şermê dikin. di sala 2016’an de jî dîsan gelek serokên şaredariyan hatin destgîkirin û li 96 şaredariyan qeyyûm hate erkdar kirin. Pêkanînên bêhiqûq yên Rewşa Awarte tevî rabûna Rewşa Awarte didome. Demorkasî, hiqûq carek din hate betal kirin û hate hilweşandin.
Em bang dikin ku dev ji van pekanîn dij hiqûqî were berdan û serokên şaredariyên ku ji erk û peywira xwe hatine durxistin vegerin ser karê xwe.”