Girtiyê nexweş Tursun 32 sal şûnde hat berdan

Girtiyê nexweşê giran Îsmaîl Hakki Tursun (60) piştî 32 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket. Tursun diyar kir ku hîn jî bi sedan girtiyên nexweş di girtîgehan de hene û got, "Ger ku heta niha li ser piyan mabim ev yek bi saya mirovê mezin Rêber Apo ye."

Girtiyê nexweşê giran Îsmaîl Hakki Tursun (60) di 302ê Kanûna 19922yan de li Amed hate girtin, cezayê muebbet lê hate birîn. Tursin li girtîgehên Dîlok, Elbistan û Siwêregê ma û piştî 32 sal û 6 mehan ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Hejmar 2 a Rihayê hate berdan. Lijneya Înfaz û Şopandinê bi hinceta "ne baş tevdigere" 4 caran berdana Tursun asteng kir.

Her wiha Zekî Alakuş ê ku di 18’ê Gulana 2019’an de li taxa Derto ya navçeya Xelfetî ya Rihayê bi îşkenceyê hatibû binçavkirin û 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn bi Tursun re hat berdan.

Tursun û Alakuş ji aliyê malbatên wan, rêveberên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), nûnerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ênEiha û navçetên wê, rêveberên KATDER’ê, hevşaredarên DEM Partiyê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Rihayê û gelek kesên din ve hatin pêşwazîkirin. Tursun û Alakuş li ber deriyê girtîgehê bi tilîlî û dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" hatin pêşwazîkirin.

Tursun li ber girtîgehê axivî û got, "32 salan bi hêza ku ji Kemal Pîr, Hayri Durmuş, Alî Îhsan Uçkardeş, Doktor Mahsum, Halîl Çavgun û gelek hevalan girt li ser piyan mam. Ez deyndarê wan im. Bi saya wan ez 32 salan li ser piyan mam, ez ê wan qet ji bîr nekim û soz didim ku dîsa ji bo wan têbikoşim. Ger ku heta niha li ser piyan mabim ev yek bi saya  mirovê mezin Rêber Apo ye.”

Girseyê bê navber dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kirin.

Piştre Alakuş axivî û anî ziman ku divê girtiyên nexweş demildest werin berdan.

Pêşwazîkirin bi berdana kevokên spî bi dawî bû. Tursun û malbata wî ber bi navçeya Licê ya Amed bi rê ketin. Alakuş jî çû navçeya Xelfetî ya Rihayê.