Temellî: Hewldanên wan bi kêr nayên

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî anî ziman, rewşa heyî ya desthilatdariyê nîşan dide ku Rêya Sêyemîn mafdar û rewa ye û got, "Em tundiya êrîşê fêhm dikin, ji ber ku bêçare ne. Hewldanên wan ên rabûna li ber herikîna dîrokê bêkêr in."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî der barê desteserkirina Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê axivî û destnîşan kir, ku desthilatdariya di 19'ê Tebaxê de dest bi darbeyeke nû kir, êdî têk çûye, nikare bi rê ve bibe û bêyî qeyûm û Rewşa Awarte nikare bimeşe. Temellî got, "Ev zordarî nîşan dide ku desthilatdarî bi rêya tundiyê hewl dide li ser piyan bimîne û êdî tiştekî ku pêşkêşî gel bike nemaye" û diyar kir, hewldana bloka AKP-MHP'ê ya gefa li dijî gelên Tirkiyeyê û sorkirina cihêkariyê di ser dijminatiya li Kurdan re, hewldaneke bi kêr nayê. Temellî got, "Dewlet bi vî rengî nayê birêvebirin. Divê aqlê dewletê tavilê rasyonel be. Mebesta me ji vê yekê ew aqil e ku li mafê siyasetê û kevneşopiya gelê qedîm ê vê xakê bibe xwedî û îradeya jiyana bi hev re biafirîne. Aqlê dewleta hiqûqa demokratîk e. Em neçar in vê yekê biafirînin."

BI TI RENGÎ NEREWA YE

Temellî destnîşan kir ku desteserkirina siyaseta sivîl bi destê qeyûm nîşaneya aqlê dewletê yê têkçûyî ye û got, "Di serî de gelê Kured wê gelên Tirkiyeyê, kedkar, jin, hêzên demokrasiyê dixwazin ên li Tirkiyeyê li dijî vê darbeyê li hev kom bibin û têkoşînê geş bikin. Zîhniyeta qeyûm û qeyûmên ku şaredarî desteser kirine rewa nînin. Bi qasî li dijî qeyûm divê li dijî zîhniyeta qeyûm a desthilatdariyê jî têkoşîn bê meşandin."

WÊ NIKARIBIN LI BER HERIKÎNA DÎROKÊ RAWESTIN

Temellî destnîşan kir ku rewşa heyî ya dewlet û desthiladariyê nîşan dide ku Rêya Sêyemîn çiqasî rewa û mafdar e û got, "Ji ber vê yekê em tundiya wan fêhm dikin, ji ber ku bêçare ne. Êdî tenê alternatîfek heye. Hewldanên wan ên rabûna li ber herikîna dîrokê bê kêr in."

PIRSA 'DIVÊ ÇI BÊ KIRIN' JI BO HER KESÎ YE

Temellî anî ziman, careke din eşkere bûye ku israra ji bo hevgirtina di Tifaqa Demokrasiyê de mafek e û got, li dijî hewldanên asayîkirina sîstema Rewşa Awarte ku jê re 'Sîstema Hikumetê ya Serokkomariyê' tê gotin, li dijî tundiyê û li hemberî desthilatdariya AKP-MHP'ê ku êdî nerewa ye, divê her kes pirsa 'Divê çi bê kirin' li xwe bike.

Hevserokê HDP'ê bang li partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka û tevgerên civakî kir ku pirsa 'divê em çi bikin' li xwe bikin, di vê der barê de bifikirin û got, "Banga me ya Tifaqa Demokrasiyê eşkere ye; têkoşîna ji bo maf, aştî û demokrasiyê ye, têkoşîna hebûnê ye. Divê her kes li dijî vê dewleta zordar, li dijî vê feraseta ku hewl dide faşîzmê mayinde bike û xwe ji dijminatiyê xwedî dike bêje 'ez heme, mafê xwe diparêzin, bi vê armancê li vê derê me'. Ji ber vê yekê em bang dikin ku di Tifaqa Demokrasiyê de bibin yek. Bi dîtina min gelên Tirkiyeyê êdî bi rengekî eşkere pêşengî û berpirsyariya gelê Kurd dîtine û fêhm kirine. Divê îradeya ji bo piştevanî û jiyana bi hev re bê destnîşankirin.

DIVÊ MECLÎS Û PÊKHATEYÊN WÊ BI ÎNSIYATÎF TEVBIGERIN

Di serî de CHP divê partiyên mûxalefetê hemû bi însiyatîf tevbigerin. Partiyên li meclîsê hemû, AKP jî di nav de ji ber ku di nava AKP'ê de jî mafê siyasetê hema bêjin qet nemaye, di bin zordariyê de ne, parlamenter hebû divê bi vî rengî tevbigerin, ji ber ku berpirsyariya xwe ji bo gelan hene. Divê bi însiyatîf tevbigerin. Ji bo demokrasî û aştiyê gavê biavêjin. Divê li dijî pêkanînên bi vî rengî rawestin. Ne tenê qeyûm li sê şaredariyên bajarên mezin ên HDP'ê hatin tayînkirin, qeyûm li îradeya siyasî ya azad hate tayînkirin. Li pêşiya Tirkiyeyê rojên hîn tarî hene. Divê ji niha ve ev yek bê astengkirin û her kes di vê çarçoveyê de bi însiyatîf tevbigerin."