Desteserkirina şaredariyan li Londonê hate şermezarkirin
Desteserkirina 3 Şaredariyên Bajarên Mezin ên HDP'î li Londonê ji aliyê saziyên demokratîk ve hate şermezarkirin.
Desteserkirina 3 Şaredariyên Bajarên Mezin ên HDP'î li Londonê ji aliyê saziyên demokratîk ve hate şermezarkirin.
Bi banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Brîtanyayê komeke qelebalix li ber Pirtûkxaneya Woodgreen a li bakurê Londonê li hev kom bû û desteserkirina Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê şermezar kirin.
Nûnerên saziyan ên tevlî çalakiyê bûn diyar kirin ku desteserkirina şaredariyan darbe ye û gotin, ev yek helwesteke dijminane ye li dijî gelê Kurd.
Her wiha ji bo çalakiya Şemiyê ya li qada Trafalgar a Londonê ku wê saet 2'an pêk were banga tevlîbûnê hate kirin.