Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî lê dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo serlêdana bi muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Faîk Ozgur Erol, Newroz Ûysal, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ên ku parêzerên Ocalan in ji bo roja Çarşemê hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Ocalan piştî 8 salan di 2’ê Gulanê, 22’ê Gulanê, 12’ê Hezîranê, 18’ê Hezîranê û di 7’ê Tebaxê de bi muwekîlê xwe re civiyabûn.

Ocalan di hevdîtina 7’ê Tebaxê de gotibû “Ez hewl didim cih ji Kurdan re vekim. Werin em bi hev re vê doza Kurdan çareser bikin. Di hefteyekê de ez dikarim şer û îxtîmala wê ji holê rakim. Ez dikarim çareser bikim, ji xwe bawer im û ji bo çareseriyê amade me. Lê divê dewlet jî tiştên hewce pêk bîne.”