ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Tebaxa 2019'an.

- Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê bi fermana Wezareta Karên Hundir a Tirk careke din ji aliyê AKP'ê ve hatin desteserkirin. Qeyûmên AKP'î ku sala 2016'an jî şaredarî desteser kiribûn, li gel polîtîkayên li dijî Kurdan şaredarî xistibûn bin deynan.

- Operasyona faşîzma AKP-MHP'ê ya ji bo desteserkirina şaredariyan di çapemeniya dinyayê de deng veda. Piraniya saziyên çapemeniyê bal kişandin ser rastiya 'amadekariya demdirêj' a ji bo operasyonên desteserkirina şaredariyan.

- Desteserkirina Şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê li bajarê Hamburgê yê Elmanyayê ji aliyê siyasetmedar û hunermendan ve bi tundî hate şermezarkirin.

- Endamê Komîteya Şehîdan a PKK'ê Orhan Lotûs diyar kir, êrîşa li dijî goristanên şehîdan ên li Bakurê Kurdistanê wê bêbersiv nemîne.

- Desteserkirina Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, ji aliyê koalîsyona partiyên li Ûrûgûayê desthilatdar in û civaka Ermen a li Arjantînê ve bi tundî hate şermezarkirin.