YPJ’ê li dijî DAÎŞ’ê operasyon kir: 2 çete hatin girtin
Navenda Ragihandina YPJ’ê bi daxuyaniyekî ragihand ku bi pêşengiya YPJ’ê û bi alîkariya QSD’ê li Dêrazorê bi operasyonekî taybet yek ji serçete 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin.
Navenda Ragihandina YPJ’ê bi daxuyaniyekî ragihand ku bi pêşengiya YPJ’ê û bi alîkariya QSD’ê li Dêrazorê bi operasyonekî taybet yek ji serçete 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin.
Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di daxuyaniyekê de diyar kir ku serçete û çeteyek DAÎŞ’ê li kantona Dêrazorê hatin girtin û mîqdarek cebilxane hatin desteserkirin.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
"Bi pêşengtiya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê û beşdariya Hêzên Sûriya Demkratîk (QSD), bi opersyoneke taybet, ku di 24’ê Hezîranê li bajarokê Şihêl yê girêdayî kantona Dêrazorê pêk hatiye de, serçeteyek û endamekî rexistina DAÎŞ’ê ya terorist hatin girtin.
Di vê operasyona taybet de bi pêşengtiya YPJ’ê serçete û endamê DAÎŞ’ê yên ku hatin girtin di amedakariya çalakiya terorîstî ya li diji gelê herêmê bûn.
Van kesên terorîst li ser rêyên gîştî gelek caran mayîn çandin e, bi armanca suîkastan sivil û hêzên leşkerî kirine hedef. Li herêmê karên terorî û derbekirina aramî û istiqrara kantona Dêrazorê pêk dianîn û di heman demê de belavokên ji bo propogandeya rêxistina terorist a DAÎŞ’ê belav dikirin.
Ev çete demeke dirêj ji aliyê hêzên me ve dihatin şopandin û bi çalakiyeke taybet hatin girtin û miqdarek cebilxane hat desteserkirin. Hêzên me YPJ’ê demeke dirêj li ser agahiyên berfireh, ev terorîstên DAÎŞ’ê girtin bin kontrola xwe û şopandin. Piştî şopandinek profesyonel di operasyona taybet de, li kêleka girtina herdû çeteyên DAIŞ’ê de gelek alavên leşkerî, belge û materyalên ku propogandeya vê rêxistina terorî dikin, hatin desteserkirin.
Serçeteyê ku bi navê Abdulqadir ji aliyê hêzên YPJ’ê ve ku hatiye girtin, gelek kiryarên terorî li ser gel daye meşandin. Ew berpirsê belavkirina mayînan li ser şaneyên veşartî ye, bi belavokan gel tehdît dikir û aramiya heremê xerab dikir. Bi taybet gef li malbatên ku zarokên wan di nava QSD û Rêveberiya Xweser de cih digirin dixwarin, bi zextê pere ji bo DAÎŞ’ê berhev dikirin, malbetên ku feqîr pereyan nedin jî bi rêya belavokan ew malbat tehdît dikirin.
YPJ’ê ji bo tunekirina rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê her tim wê gelê xwe biparêze, heta aşîtî û aramiya herêmê pêk were, ew ê di nava xebat û têkoşînê de bin."