ROJANE
Hemû Nûçe
-
Mûxalefeta demokratîk a Sûriyeyê li Berlînê li hev kom bû
Hêzên Sûriyeya Demokratîk, nûnerên partiyan û siyasetmedarên ji Sûriyeyê bi banga MSD'ê li paytexta Elmanya Berlînê li hev kom bûn. Di komxebatê de nîqaş li ser avakirina Sûriyeyeke demokratîk hate kirin. -
ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Îlona 2019'an. -
Li Enqerê kesên li dijî qeyûman belavok belav dikirin hatin destgîrkirin
Li Enqerê 8 HDP’î yên bi armanca balê bikişînin ser desteserkirina şaredariyên HDP’ê belavok belavdikirin hatin destgîrkirin. -
Milîsên HBDH’ê şewata du kargehên li Stenbolê li xwe girtin
Milîsên HBDH’ê şewata kargeha polyster a li Pendîk û kargeha yatax a li Sûltanbeylê 6’ê Tebaxê pêk hatibûn, li xwe girtin. -
Girtiyê Kurd ê cezayê darvekirinê lê hate birîn birin ciheke ne diyar
Girtiyê siyasî yê Kurd Kemal Hesen Remezan ku cezayê lêhate birîn, danê sibehê ji ber sedemên nediyar ji Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyê ber bi cihek nediyar ve hatiye weguhestin. -
Li Enqerê û Stenbolê ji bo girtiyan çalakî kirin
Li Enqere û Stenbolê xizmên girtiyên bal kişand ser rewaş girtiyên nexweş Bahattîn Salhan û Ahmet Salik ên her diçin rewşa wan girantir dibin. -
Fermandarên Iraqê di dema paqijkirina mayinan de mirin
YBŞ’ê û artêşa Iraqê ji bo paqijkirina mayinan xebatek dabûn destpêkirin. Di paqijkirina mayinan de, mayinek teqiya û 2 fermandarên Iraqê mirin. -
Dayikên Şemiyê: Pêşiya avahiya HDP’ê navnîşana şaş e
Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Kenan Bîlgîn ê ku 12’ê Îlona 1994’an hatibû windakirin, pirsîn. Dayikan bang li dayikên ku li pêşiya avahiya HDP’ê di çalakiya rûniştinê de ne jî kir û wiha gotin; “Cihê ku hûn lê rûnin ne ew der e.” -
Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hate redkirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtinên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan. Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana malbatan red kir. -
Girtîgeha Patnosê bûye kampa Naziyan, we hay jê heye?
Burhan Şik ku li Girtîgeha Tîpa L’yê ya Patnosê girtiyê siyasî ye, li dijî kirinên ,’’derhiqûqî û dermirovî’’ banga bihistyariyê kir. -
Belgeya nû: Îdîaya ku wê 13 şaredariyên din jî bên dagirkirin
Du belgeyên nû yên tên diyarkirin ku girêdayî Wezareta Karê Hundir e derketin holê. Di belgeyan de şaredariyên HDP’ê tên hedefkirin. Parêzer Sertaç Bûlûttekîn got: “Ji bo desterserkirina qeyûman a şaredariyên navçeyan amadkarî tên kirin.” -
HDP’ê cezayê li Kaftancioglû hate birîn şermezar kir
Partiya Demokratîk a Gela (HDP) cezayê li Seroka CHP’ê ya Bajarê Stenbolê Canan Kaftancioglû hatî birîn şermezar kir û wiha got; “Cezayê tolhildanê darbeya li siyaseta demokratîk e.” -
Kûrtûlan: Me plansaziyeke ya cihêreng a çalakiyan amadekiriye
Parlementera HDP’ê ya Wanê Fatma Kûrtûlan diyar kir ku li dijî şaredariya alternatîf a HDP’ê qeyûm hatine danîn, anî ziman ku wê xebatên wan ên ji nû ve avakirina demokratîkbûnê bidome. Kûrtûlan got: “Me plansaziyeke ya cihêreng a çalakiyan amadekiriye. -
9 sal û 8 meh ceza dan Kaftancioglû ya CHP’yî
Ji ber parvekirinên li ser tevna civakî 9 sal, 8 meh û 20 roj cezayê girtîgehê li Seroka CHP’ê ya Bajarê Stenbolê Canan Kaftancioglû hate birîn. -
Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtinên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan. -
Annen: Di şerê dijî DAÎŞ'ê de hê jî hewceyî bi leşkerên me heye
Wezîrê Berpirs ê Karê Derve yê Elmanyayê Nîels Annen ku serdana leşkerên Elman ên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê kirî got, ''Di vî şerî de hê jî hewceyî bi leşkerên Elman heye''. -
Maas bersiv da pirsa der barê qeyûman
Wezîrê Karên Derve yê Elman Maas bersiv da nameya Parlamenterê Partiya Çep Mîchel Brandt a der barê desteserkirina şaredariyên HDP'î û got, "Ji bo Tirkiye li dewleta hiqûqê vegere em di nava hewldanan de ne." -
Di serlêdanên penaberiyê de Tirkiye piştî Sûriyeyê ye
Hate ragihandin, hejmara Tirkiyeyiyên di meha Tebaxê de serlêdana penaberiyê li Elmanyayê kiriye 1306 kes in. Bi vî rengî Tirkiyeyî piştî Sûriyeyiyan herî zêde li Elmanyayê serlêdana penaberiyê kirine. -
ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Îlona 2019'an. -
Li Bakirkoyê tevî astengiyan jî qeyûm hatin protestokirin
Endamên rêxistina HDP’ê ya Stenbolê tevî hemû astnegiyên polîsan jî tevahî rêya Bakirkoy a Încîrlikê qeyûm protestokirin. -
Li Enqerê di protestoya li dijî qeyûman de 42 kes hatin destgîrkirin
Li Enqerê polîsên êrîş birin ser xwepêşandana protestoyî ya dijî qeyûman û şûnde hevşaredarên HDP’ê yên bajar û nedamên PM’ê jî di nav de 42 kes destgîrkirin. -
Polîsan xwepêşandana protestoyî ya qeyûman a Bakirkoyê asteng kirin
HDP’yiyên ku xwestin li Bakirkoyê qeyûman protesto bikin hatin ba hev, polîsan ew asteng kirin. Polîsan dor li HDP’iyan girtin. -
Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo roja Înê biçin Îmraliyê serlêdan kirin. -
Li ser pirsa Kerkûkê aliyên Kurd û Tirkmen li hev civiyan
Nûnerên aliyên Kurdî li gel nûnerên Tirkmenan li paytexta Iraq Bexdayê li ser siberoja Kerkûkê li hev civiyan. Civîn bê ku bi encam bibe bi dawî bû. -
Hevserokên Giştî yên HDP’ê ji bo Demîrtaş bang li darazê kir
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, nerazîbûn nîşanî rewşa nediyar a li ser hevserokê berê Selahattîn Demîrtaş didome dan, daxwaz kirin ku demildest wekîl û hilbijêrên girtî bên berdan.